Başûr bacê ji zengîna nastîne

Yekşem 17 Tîrmeh 2022 - 21:21

  • Parlamenterê Herêma Kurdistanê Umer Gulpî gotm, şirketên mezin bacê nadin û ji sedî 80’yê bacê ji kompanyayên piçûk û pîşekaran tê wergirtin.

Parlamenterê Herêma Kurdistanê Umer Gulpî gotm, şirketên mezin bacê nadin û ji sedî 80’yê bacê ji kompanyayên piçûk û pîşekaran tê wergirtin.

Parlamenterê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Umer Gulpî li ofîsa parlamentoya herêmê ya li Silêmaniyê derbarê bêedaletiya di komkirin û zêdekirina bacê de daxuyaniyek çapemeniyê da.

Umer Gulpî got, hinek bacên ne yasayî hatine zêdekirin: “Xelk dipirse, ji bo çi bacê bidim, rêyên min neyên çêkirin? Ceyran û ava min neyê dayîn? Bacê tenê dahata hikûmetê zêde kiriye, ti bandor li ser jiyaneke baş ya welatiyan nekiriye.”

Gulpî li ser bêedaletiya baca tê wergirtin jî got; “Li gorê daneyên hikûmetê ji 796 milyar dînar, tenê 182 milyar dînar bac hatiye wergirtin. Zêdetirî sedî 80’yê dahata bacê ji kompanyayên navendî, xwedî pîşe û kasibkaran hatiye wergirtin. Di demekê de ku divê hikûmet piştgiriyê bide van şirketan, lê bacê ji wan werdigire.

Di heman demê de kompanyayên neftê hemû ji bacê muaf hatine hiştin ku salane bi milyonan dolar pere kar dikin.

Kompanyaya Kar rojane 170 hezar bermêl neft ji bîra Xurmel derdixe, lê yek dînar bacê nade. Kompanyaya Kar û Rozifneft ji kirêya peymana neftê ya sala bihurî 840 milyon dolar wergirtin, lê yek dînar bac nedan. 

Ji ber peymaneke ne yasayî û bê bingeh, dahata Herêma Kurdistanê bi rêjeya sedî 43 ji bo Silêmanî û Helebce, ji sedî 57 jî ji bo Hewlêr û Dihokê hatiye belavkirin. Ev tenê lihevkirinek e ji bo parastina berjewendiyên hizbî û desthilatê. Ji ber ku her sê hizbên desthilat nekarîn di nava xwe de li hev bikin, ev lihevkirin pêk anîn, divê dawî lê bênin.”

ROJNEW/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.