Barzanî di hewla tesfiyeyê de ne

Duşem 29 Nîsan 2024 - 02:45

  • PJAK’ê bi beşdarbûna hemû saziyên xwe kongreya xwe ya heftemîn bi dirûşma “Em ê bi Felsefeya Jin, Jiyan, Azadiyê Kurdistanê Azad Bikin û Neteweya Demokratîk Ava Bikin” lidar xist. 

Kongre bi hilbijartina desteya rêvebirinê û diyarkirina bernameyê û bi axaftina Hevserokê PJAK’ê Siyamend Muînî destpê kir. Siyamend Muînî salvegera damezrandina PJAK’ê û Newroza 2024’an li gelê Kurd, li rojhilatê Kurdistanê, li malbat û xizmên şehîdan û li têkoşerên azadiyê yên li seranserî Îranê û li zindaniyên siyasî û li hemû wan hevalan pîroz kir.

Muînî behsa aloziyên navneteweyî û herêmî kir û got:“Weke PJAK me nekarî em di nav van du salên şoreşa jin, jiyan, azadiyê de pêşengiyeke serkeftî bikin û em ji vê hêlê ve rexnedayîna xwe didin û Kongreya PJAK’ê ya Heftemîn bi destnîşankirina kêmasiyan û bi plan û projeyeke bihêz wê armancên şoreşa jin, jiyan, azadiyê bidomîne.” Di nirxandinên kongreyê de hate diyarkirin ku Rêber Abdullah Ocalan bi têkoşîna xwe rûpelên nû ji bo têkoşîna azadîxwaziyê vekirine û lewma  modernîteya kapîtalîst li dijî Rêber Abdullah Ocalan Apo komplo lidar xistin û Rêber Apo di zîndana Îmraliyê de dîl girtin. Lê belê Rêber Abdullah Ocalan di zîndana Îmraliyê de karî paradîgmaya azadiyê pêş bixe û cemawerî bike û bi milyonan kes bibin dengê fikrên azad ên Rêber Apo. Lewma divê wek erkeke exlaqî, siyasî û mirovî her kesayetiyeke azadîxwaz bibe dengê Rêber Abdullah Ocalan û di kampanyaya azadiya fizîkî de cih bigire. 

Nikarin îradeya gelan bişikînin

Di kongreyê de li ser rewşa dewleta Îranê niha nirxandin hatin kirin û hate gotin:"Îran bi sûdwergirtina ji rêbaza şerê wekaletî karî heta radeyekê armancên xwe di milmilaneyên navneteweyî û herêmî de pêk bîne. Siyaseta Îranê ya derve di çarçoveya şerê wekaletî û mijûlkirina zilhêzên cîhanî de bûye û di nav Îranê de jî yekdestkirina desthilat û serkutkirina gel a bêwîjdanane bûye. Ji ber van sedeman û ji ber komek sedemên din me dît ku li Îranê her tim li dijî desthilatdariyê serhildan hebûye. Di heman demê de li ser şoreşa jin, jiyan, azadiyê hate gotin ku şoreşa jin, jiyan, azadiyê îradeya gelên Îranê ya ji bo azadiyê nîşan da. Em dikarin bibêjin ku desthilatdarên Îranê heta dawiyê nikarin gelên Îranê li qeyd û zincîran bidin û serkut bikin."

Barzanî pîlanên dagirkeran pêk tîne

Di kongreyê de behsa wan metirsiyan hate kirin ku dagirkerên Kurdistanê bi pêşengiya Îran û Tirkiyeyê û bi hevkariya malbata Barzaniyan hewl didin tevgera azadîxwaz a Kurdistanê tesfiye bikin û Kurdan bê parastin bihêlin. Plan bi giştî li ser tevgera azadiya Kurdistanê û bi taybetî li ser lawazkirin û teslîmgirtina îradeya PJAK’ê ye. Dewleta Îranê hewl dide ku partî û aliyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê bi awayekî siyasî û dîplomatîk bê bandor bike û ji bo vê yekê jî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re û bi taybetî bi malbata Barzaniyan re têkiliyê datîne û dixwaze vê planê bixe pratîkê.

Şoreşa jin jiyan azadî xurttir dikin

Di kongreya PJAK’ê de li ser rol û berpirsyariya PJAK’ê nirxandin hatin kirin û hate destnîşankirin ku pêwîst e PJAK bi awayekî girseyîtir û bihêztir xwedî li şoreşa jin, jiyan, azadiyê derkeve ku çavkaniya wê fikirên Rêber Abdullah Ocalan e. PJAK pêkanîna eniya gelan a demokratîk û yekîtiya gelê Kurd dike armanca xwe ya têkoşînê. Ji bo azadiya Kurdistanê û demokratîzekirina Îranê têkoşîna xwe ya rewa pêş dixe. Di kongreyê de behsa xebatên PJAK’ê yên li Ewropayê jî hate kirin û hate destnîşankirin ku zemînekî nû piştgiriyeke xurt a tevgerê heye. Lewma pêwîst e girîngî bi xebatên derveyî welat bê dayîn.

Hevserokên nû hatin hilbijartin

Piştî nîqaş û biryaran Emîr Kerîmî û Peyman Viyan wek hevserokên PJAK’ê yên nû hatin hilbijartin û endamên meclîsê yên nû hatin hilbijartin. Axaftina dawî ji hêla hevseroka nû ya PJAK’ê Peyman Viyanê ve hate kirin û kongre wek kongreyeke serkeftî bi nav kir û da diyarkirin ku wan di qonaxeke hestyar de kongreya xwe li dar xistiye û kongre li Rêber Apo, li malbatên şehîdan, li gelê Kurd li rojhilatê Kurdistanê û li hemû gelên Îranê pîroz kir û soza wê yekê da ku ew ê bi hemû hêza xwe ji bo cihbicihkirina hemû biryar û bernameyên Kongreya PJAK’ê ya Heftemîn têbikoşin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.