Baroyan helwest nîşan dan

Şemî 23 Adar 2024 - 00:35

Baroya Amedê nerazîbûn nîşanî desteserkirina 38 zarokan a di dema pîrozbahiya Newrozê da û diyar kir ku desteserkirin li dijî hiqûqê ye, Baroya Şirnexê jî giliyê polîsên êşkencekar kir.

Di pîrozbahiya Newrozê de ya duh  zarok jî di nav de herî kêm 126 kes bi sedema cil û bergên Kurdî û bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatin desteserkirin. Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê têkildarî mijarê daxuyanî da. Daxuyanî li ser platforma medyaya dijîtal a X'ê hate parvekirin. Daxuyanî wiha ye: “Weke her sal, îsal jî zarok bi hinceta ku cil û bergên herêmî tev li pîrozbahiya Newrozê bûne, bi hinceta van cil û bergan hatin desteserkirin. Ji zarokên li qadê 38 jê li ser fermanê ji ber sûcê 'propagandaya rêxistinê' hatin desteserkirin û birin Şaxa Midûriyeta Gerînendetiya Zarokan. Karûbarên heyî ji hêla me ve hatine şopandin. Ji raya giştî re em aşkere dikin ku desteserkirina zarokan û muameleyên din derhiqûqî ne û em ê bi rêyên hiqûqî vê pêvajoyê bişopînin.”

Baroya Şirnexê gilî kir

Piştî ku dîmenên kêliya ku dema zarok ji Cejna Newrozê ya Cizîrê vedigeriyan malên xwe û rastî tundiya polîsan hatin derketibûn holê. Baroya Şirnexê giliyê polîsên êşkencekar kir.

Her wiha Baroyê Şirnexê jî têkilî mijarê daxuyaniya da û got: “Piştî Cejna Newrozê ya di 20’ê adara 2024’an de li navçeya me hate kirin, dîmenên ku qismekî polîsên peywîrdar tundiyê li zarokan dikin di çapemeniyê de cih girtin. Em vê mûameleya li dijî mirovahiyê û rumetê ku li gorî qanûnên netewî û navnetewî weke îşkence û mûameleya nebaş tên binavkirin qebûl nakin. Em ji raya giştî re ragidihînin ku em ê giliyê polîsên peywîrdar bikin û bûyerê bişopînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.