• Kovara “Bangî Kurd” beriya bi 108 salan dest bi weşana xwe kir û tenê karî 5 hejmaran biweşîne. 

Kovara “Bangî Kurd” beriya bi 108 salan dest bi weşana xwe kir û tenê karî 5 hejmaran biweşîne. Kovarê beriya bi 108 salan weke doh, yanî 8´ê Sibata 1914´an hejmara xwe ya yekê weşand û çapa wê jî li Bexdaya Osmanî hat kirin. Sernivîser û xwediyê îmtiyaza kovarê, Cemaledîn Baban bû.

Kovarê bi Kurdî (Soranî) û Erebî weşan dikir. Di kovarê de bi pirranî mijarên wêjeyî û çandî dihatin nivîsandin. Kovarê zêde cih nedida mijarên siyasî. Armanca wê ya sereke xizmetkirin û dewlemendkirina ferheng û wêjeya Kurdî bû.

Ev kovar dikare ji bo dîroka rojnamevaniya Kurdî bi taybetê lêkolînên li ser ziman û wêjaya Kurdî, wek çavkaniyeke girîng were dîtin.

Nivîskar û Helbestvanên herî diyar ên wî çaxî ên di  kovarê de nivîsandin û helbestên xwe tê de belav kirin, helbestkar Zîwer û Arif Saib bûn.

Cemal Baban û Şukrî Fezlî jî ji nivîskarên sereke yên kovarê bûn.

Li gorî tomarên biyografiya rojnamegeriya Iraqê, kovara “Bangî Kurd” piştî destpêkirina şerê cihanê yê yekem, êdî nekarî dewam bike û tenê 5 hejmar hatin weşandin.

NAVENDA NÛÇEYAN