Banga li hilbijêrên mobîl

Şemî 23 Adar 2024 - 00:30

  • DEM Partiyê diyar kir ew ê hilbijêran hemûyan bigihînin bajar û navçeyên lê qeyidkirî û ragihand ku heta 27'ê Adarê dikare serî li avahiyên partiya wan bê dayin. Karkerên Înşeatê destek dane bangê û gotin ew ê biçin ser sendoqan, rayên xwe bidin DEM Partiyê.

DEM Partî di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de hilbijêrên mobîl digihîne bajar û navçeyên lê qeyidkirî. Serlêdanên heta 27'ê Adarê jî hem li avahiyên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê hem jî li ser înternetê dikarin bêne kirin.

Bila serî li me bidin

Ji Rêxistina Bajarê Stenbolê ya DEM Partiyê Mehmet Ûçar bang li hilbijêrên mobîl kir ku seriyekî bidin avahiyên partiya DEM’ê û got,’’. Dixwazim destnîşan bikim dema dawî ya qeydkirinê wê di 27'ê Adarê de bê kirin. Em ji gelê xwe dixwazin ku heta vê demê serdana rêxistinên me yên bajar û navçeyan bike, çayeke me vexwe, yan jî li ser hesabên me yên medya dîjîtal -ku nûmara telefonê ji bo her navçeyê me parve kir- qeyda xwe çêbike. ‘’

Her deng girîng e

Mehmet Ûçar bal bire ser girîngiya tevlîbûna li hilbijartinê û got, "Em nebêjin ku bi dengekî tiştek nayê guhertin. Em dengê xwe bi kar bînin. Dengek wê ji bo avakirina şaredariya azadîparêz a demokratîk, dengek ji bo wergirtina xizmetên şaredariya pir zimanî, dengek ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe wesîle. ‘’

Dengek dengek e

Her wiha karkerên înşaetê destek dane banga DEM Partiyê ya li hilbijêrên mobîl û gotin "Dengek jî dengek e" û ji karkeran xwestin ku serî li DEM Partiyê bidin. 

Harun Işik (30) ku di sala 2015'an de ji Agiriyê hatiye Stenbolê û li ser înşaetan dixebite got,’’ Kampanyaya ku DEM Partiyê li dar xistiye kampanyeyeke pir baş e. Ji ber ku li xerîbiyê ne, gelek hevalên me ji ber nebûna pereyan nikarin biçin, ji ber vê yekê ev kampanya baş bû. Ez dixwazim hemû hevalên xwe yên karkerên înşaetê serî vê kampanyaya hilbijêrên livdar bidin û dengê xwe bi kar bînin."

Em ê dengê xwe bidin DEM’ê

Omer Atalay (22) ê ku  ji  Îdirê hatiye Stenbolê û ji 15 saliya xwe ve li ser înşaatan dixebite, diyar kir Atalay diyar kir ku ew ê bi kampanyaya hilbijêrên livdar a DEM Partiyê biçe dengdanê û got: “Heta niha li Tirkiyeyê ji bilî DEM Partiyê tu partiyeke din nîn e ku giraniyê bide pirsgirêkên Kurdan, rêzê li zimanê wan bigire û wan wekî mirov bihesibîne. Em kurd in, em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê.’’

Erdogan Ayban (22) ê ji Îdirê destnîişan kir dewlet kesên ku ew wan hildibijêrin digire, qeyûm tayînî şaredariyên dike, dengên wan didize û got, ‘’Ev mêtingerî ye, em dibêjin dest ji vê mêtingeriyê berdin. Divê her kes biçe dengê xwe bide, dengek jî dengek e. Divê em wiha nefikirin ku dê ji dengekî çi derê."

Dogan Yunusekme ê ji Êlihê hatiye Stenbolê û karê alçiyê dike, destek da banga li hilbijêrên mobîl û got,’’Ji ber ku ez Kurd im ez ê biçim di hilbijartinên herêmî de dengê xwe bidim. Ez dengê xwe didim DEM Partiyê û em ê bi otobusa dengdêrên mobîl a DEM’ê biçin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.