Şewata ku li gundê Pîrejman ê navçeya Pîranê di encama bomberana balafirên şer de derket, ev 5 roj in didome. Balefirên şer ên Tirk, 7’ê Îlonê de li gundê Pîrejmanê agir bi daristanê xistin. Xelk gund dibêje, piştî bomberana balafirên şer a li herêma Balolan, agir bi daristanê ketiye, û şewat her diçe nêzî gund dibe. Xelkê gund bi derfetên xwe ji bo agir bi gundê wan jî nekeve li hin cihan hewl didin agir vemirînin. 

Li aliyê din eskeran doh serê sibê li gund bi ser malan de girt û 4 kes kirin nezaretê. Piştî ku îfade dan, ev kes hatin berdan.

AMED