Balafirên şer bombarduman kir
Şemî 2 Îlon 2023 - 00:05
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi hemwext bajarokê Şarbajêr, Balekayetî û Binarê Qendîlê bi dijwarî bombebaran kirin. Balafir li ser herêmê bi nizmî firiyan.
Li gorî agahiyên herêmê hatine girtin, pêr derengiya şevê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bajarokê Şarbajêr ya ser bi Silêmaniyê, Binarê Qendîlê, Herêma Raperîn û Balekayetî ya ser bi Hewlêrê, bi dijwarî bombebaran kirin.
Balafirên şer gundê Gelale ya ser bi Şarbajarê herî kêm 10 caran bombebaran kirine. Balafiran hemwext li Binarê Qendîl û Herêma Raperînê jî, herêmên Bolê, Dola Şawrê bombebaran kirin. Di heman kêliyan de balafiran bajarokê Êsêwe ya ser bi Herêma Raperînê jî bombebaran kirine. Li gorî agahiyan pencereyên gelek malan şikestine. Di heman wextî de balafiran çiyayê Qendîlê jî bi dijwarî bombebaran kirin.
Balafirên şer li ser herêmê bi nizmî firiyane û bûye sedema tirsek mezin di nava xelkê de.
NAVENDA NÛÇEYAN