- Michael Panser (Bager Nûjiyan) bi muzîkê hat bibîranîn.
Li bajarê Elmanyayê Leipzigê, kanala radyoyê, Radio Blau doh saet 16:00´an ji bo bibîranîna gerîlayê înternasyonalîst ê PKK´ê Michale Panser bernameyeke bi muzîkê û xwendina ji rojnivîska wî weşand.
Panser ê bi navê şervaniyê Bager Nûjiyan 14´ê Kanûna sala 2018´an di êrişeke hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû. Ev înternasyonalîstê li bajarê Elmanyayê Potsdamê sala 1988´an hatibû dinê, demeke dirêj li bajarê Lepzigê mabû. Wî sala 2012´an Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir û sala 2017´an jî tevlî nav refên gerîlayên PKK´ê bû. Wî di rojnivîsa xwe de tevahiya serpêhatiya xwe nivîsî bû, tevî analîzên rewşê. Hin ji van nivîsên wî jî di bernameya doh de bi deng hatin xwendin.
LEIPZIG