Azadiya Rêber mifteya çareseriyê ye
În 1 Tebax 2025 - 03:28
Wêjevan û rewşenbîrên bajarê Til Temirê bi lêv kirin ku Rêber Abdullah Ocalan semboleke têkoşînê ye û gotin:"Azadiya Rêber mifteya çareseriyê ye."
Rewşenbîr û nivîskarên li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê der barê ramanên Rêber Abdullah Ocalan de axivîn û destnîşan kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji bo wan çavkaniya îlhamê ne.
Nivîskara Buşra El Îssa got: "Dema ku em lêkolînên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser jinan dixwînin, em hest dikin ku ew xwediyê projeyeke berferh a azadiya jinan û civakê ye. Em, wekî nivîskar û rewşenbîr, ne tenê dixwazin wî bibînin, lê di heman demê de dixwazin projeya wî bi nivîsên xwe bînin ziman."
Akademîsyen Fadil Şûrtazî Şûrtazî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê sembola têkoşînê ye, lê di heman demê de projeyek ramyarî ya şaristanî ye û banga hevdîtina bi wî re kir ne, tenê wekî mafekî siyasî, lê wekî pêdiviyek ramyarî û mirovî.
Rewşenbîr Madlîn El Ebid wiha berdewam kir: "Em dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin ji ber ku em bawer dikin ku azadiya wî mifteya çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn e.
ANHA/HESEKÊ/EBDULXENÎ EL HAMAN