Azadiya Rêber azadiya Kurdistaniyan e

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 28 Tîrmeh 2021 - 04:58

Nobeta 'Azadî ji Ocalan re' ku li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir, di hefteya 475'an de dewam dike. Vê hefteyê komeke jinên Kurd ên ji Hollandayê nobet dewr girt. Ew aktîvîstên Tevgera Jinên Kurd a Hollandayê Meral Amed, Fatma Pirsûs û Şîrîn Amed in.

Çalakî li meydana saziyên Ewrûpayê lê, pêk tê. Li ser navê nobetdarên vê hefteyê, Meral Amed got, bi destpêkirina pêngava 'Dem dema azadiyê ye' armanca Kurdan hemûyan azadkirina Rêber Abdullah Ocalan e. Azadiya Rêberê me azadiya jinan, Kurdan û gelên Kurdistanî hemûyan e".

Meral Amed bang li Ewrûpayê jî kir da ku nebe hevparê sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk.

Meral Amed li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê jî fikra xwe îafde kir: "Em neçar in ku tavilê yekîtiya xwe pêk bînin. Divê em li dijî dijmin bibin yek."

STRASBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.