Azadiya Ocalan azadiya mirovahiyê ye

Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand —

Duşem 12 Cotmeh 2020 - 23:00

Gelê Kurd û dostên wî, 23 saliya komploya navneteweyî li her devera cîhanê bi çalakiyên protestoyî pêşwazî kirin. Di roja cîhanê ya Ji Ocalan re Azadî de, ku ji aliyê înisiyatîfa ji Ocalan re azadî ve hatibû ragihandin, hêzên demokrasiyê, tevgerên sosyalîst, gelê Kurd û dostên wî li her derê li qadan bûn. Êdî tekoşîna ji bo Azadiya Rêber Apo wê berdewam di rojeva Kurdan û gelên cîhanê de be. Ji niha pê ve, her roj wê bibe roja azadiya rêbertiyê ku rêberê demokrasî û azadiyê yê gelê Kurd, rojhilata navîn û mirovahiyê ye. Gelê Kurd jî, mirovahî jî êdî naxwaze ev Rêbertî di girtîgehê de be. Ji ber vê sebebê, ji bo şikandina deriyên girtîgeha Îmraliyê wê ev têkoşîn bênavber dewam bike.
Ev Rêbertî wê di nava rêberên mohra xwe li dîroka mirovahiyê dayî de cihê xwe bigire. Bê nîqaş, dê wekî rêberê herî giring yê Kurdan her dem bê bibîranîn. Ji ber ku qezenc û destkeftiyên vê Rêbertiyê ji bo Kurdan di astek gelekî bilind de ye. Hin derdorên Kurd dixwazin vê rastiyê veşêrin. Lê ne pêkane bi ser kevin. Ji ber ku roj bi bêjingê nayê girtin.
Xizmetên vê Rêbertiyê yên ji bo mirovahiyê jî qet nayên jibîrkirin. Rêber Apo dewlet û desthilatî analîz kir û projeya Konfederalîzma demokratîk ya civakî danî holê. Her wiha ji bo azadiya jinê pêk were, îdeolojiya rizgariya jinê raxist û rêkxist. Du xizmetên sereke yên Rêber Apo ev her du mijarên giring ên dîrokî û civakî ne. Ji aliyê pergala dewletger û desthilatparêz ya 5 hezar salî û jiyana civakî ya beriya wê ve, ev projeyên Rêbertiyê şoreşên hizir û zêhnî yên mezin in. Bi tehlîl û analîzên kirî, pêşiya mirovahiyê ji her alî ve rohnî kiriye. Li pêşberî kapîtalîzm û modernîteya wê, civaka demokratîk û modernîteya demokratîk daniye. Bi saya Rêber Apo niha manîfestoya azadî û demokrasiyê di destê mirovahiyê de ye; bi vê manîfestoyê dikare jiyana civakî ya herî xweş û xweşik bijî.
Di tevahiya dîrokê de rêber, zana, pêxember, fîlozof û derwêşên mirovahiyê ji axa rojhilata navîn derketine. Rêber Apo jî daneheva civakî-dîrokî ya rojhilata navîn bi daneheva dîrokî-civakî ya mirovahiyê re sentez kiriye, wekî hingivê dawerivandî pêşkêşî me kiriye. Di serî de gelê Kurd, gelên rojhilata navîn hemû, elbet dê vê rêbertiya ewladê rojhilata navîn e, bi anor û rûmeteke mezin pêşwazî bikin.
Di girtîgehê de, di bin nîzama zilmê de ragirtina vê Rêbertiyê ne tenê dijminatiya Kurdan e; dijminatiya gelên rojhilata navîn û gelên cîhanê ye. Ji ber ku ev Rêbertî daneheva gelên rojhilata navîn û mirovahiyê tevî ye. Dewleta Tirk bi desteka Emerîka û YE'yê vê Rêbertiyê di bin pergala îşkenceyê de radigire. Ev yek dijminatiya gelê Tirk û gelên Tirkiyê hemûyan e. Yên ku çavên wan bi şovenîzmê kor bûne, nikarin vê rastiyê bibînin. Lê mirovên ronakbîr û civaka Tirkiyê ya ne çavkorên şovenîzmê, vê rastiyê dibînin.
10'ê Cotmehê wekî Roja Cîhanê ya Azadiya Ocalan hat ragihandin. Ev yek gelek giring e û bi wate ye. Vê Rêbertiyê ji mirovahiyê re xizmetên mezin kirin. Mirovahî niha deynê xizmeta Rêbertiyê dide. Bê guman kengê Rêbertî tam azad bû, ev deyîn wê bi temamî were dayîn. Ji vî alî de, heta Rêbertî azad nebe, mirovahî wê nesekine.
Heke Rêbertî dîl be Kurd nikarin bisekinin û rihet bijîn; ev tê wateya dûrketina ji nirxên Kurdbûnê. Li aliyê din, mirovahî dawî li vê esaretê neyîne, dê ji mirovatiya xwe gelek tiştan winda bike. Di rastiyê de dewama esareta li Îmraliyê, tê wateya esareta gelê Kurd, gelên rojhilata navîn û mirovahiyê.
Eger tenê jiyankirina li derve wekî azadiyê tê pênasekirin, ev xefleteke mezin e. Ji bo ev rewşa xefletê baş fêm bibe, Rêber Apo got 'esil pêdiviya yên li derve bi azadiyê heye; ez ji wan azadtir im.' Ji bo yên azadiya wî dixwazin jî Rêber Apo got 'ne ji bo min, bila ji bo xwe têkoşîna azadiyê bimeşînin.'
Bî vî awayî îşaret bi girêdana di navbera azadiya xwe û ya gelê Kurd de kiriye, ka çiqas ketine nava hev û bêy hev nabin.
Gelê Kurd û mirovahî hemû, bi têgehiştina wateya azadiya Rêbertiyê, divê 10'ê Cotmehê roja Cîhanê ya Azadiya Ocalan, veguherînin têkoşîna bênavber û bi azadiya Rêbertiyê tacîdar bikin. Ev azadî tenê wê nebe azadiya Kurdan, gelên Tirkiyê û rojhilata navîn. Di heman demê de ji bo mirovahiyê hemû, wê pêşiya jiyana azad û demokratîk jî heta dawiyê veke.
Divê em bibêjin, ti îdeolojî nikare li pêşiya paradîgmaya Rêbertiyê ya civaka demokratîk, azadîxwaza jinê û ekolojîk raweste. Îdeolojiya demokrasiya civakî û azadiyê ya mirovahiyê wê serkeftina xwe ragihîne. Sedsala 21. dê bibe sedsala azadiya jinê; jin wê bi xwe re mirovahiyê hemû rizgar bike. 10'ê Cotmehê roja cîhanê ya Azadiya Ocalan bi vê hizir û zanînê hatiye ragihandin. Eger ev fikir û zanîn berbelav bibe, veguhere çalakiyê, Rêber Apo jî, gelê Kurd û gelên rojhilata navîn jî dê azad bibin. Wê demê mirovahî dê ji dewlet, desthilat, qeyd û zincîrên bindestiyê hemûyan û koletiya desthilata zilam rizgar bibe. Bi hêviya 10'ê Cotmehê bibe roja mirovahî bigehe jiyana azad û demokratîk...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.