Azadî bi Rêber Abdullah Ocalan e

În 16 Sibat 2024 - 00:57

  • Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, di salvegera 25’an de, li 4 kantonên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 7 meşên navendî pêk hatin.

Li bajarê û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herwiha taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, dikandaran dikanên xwe venekirin û ji 7 salî heta 70 salî herkes tevlî meşên navendî bûn. 

Li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, li 4 kantonên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 7 meşên navendî pêk hatin. 

Li bajarên Dêrik, Qamişlo û Hesekê yên kantona Cizîrê, li Kobanê ya kantona Firatê, li kantona Reqayê, li Şehbayê û taxa Şexmeqsûd a Helebê, meşên bi heybet pêk hatin. 

Li Dêrikê bi hezaran kesên ku ji Girkê Legê, Til Koçer, Çilaxa, Koçerat û Beravê tevlî bûn, li Qada Azadî dest bi meşê kirin. Meş li ber avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşger bidawî bû.

Meşa li bajarê Qamişloyê, bi beşdarbûna xelkê bajêr, navçeyên Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîsê, li Çerxerêya Osman Sebrî dest pêkir û li Stada şehîdên 12’ê Adarê bidawî bû.

Li bajarê Hesekê, bi tevlîbûna xelkê bajêr, navçeyên Til Temir, Dirbêsiyê, Til BIrak, Hol û Şedadê, ji Çerxerêya Şehîd Arîn Mîrakn meşê destpê kir û li Çerxerêya Sebax bidawî bû.

Xelkê Kantona Firatê jî, ji Çerxerêya Şehîd Arîn Mîrkan dest bi meşê kirin û komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin. Meş li kolana 48’an bidawî bû. 

Meşa Xelkê kantona Efrîn û Şehbayê jî li navçeya Fafînê ya Şehbayê pêk hat.

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî, ji Hola 8’ê Adarê ya li Şexmeqsûdê dest bi meşê kirin û li Çerxerêya Zeytûn a li taxa Eşrefiyê meşa wan bidawî bû. 

Li Reqayê jî meş bi beşdarbûna xelkê Kantonên Dêrazor, Minbic û Tebqayê, ji Çerxerêya Jinê destpê kir. Meşa ciwanan jî ya li asat herçar kantonan ku pêr ji Tebqayê destpêkiribû, doh sibehê gîhîşte Reqayê. Meşa li vir jî li Çerxerêya Neîm bidawî bû. Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen, Çerkes û Ermen, nûnerên Rêveberiya Xweser, Endamên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, şêx û rûspiyên eşîran, beşdarî meşan bûn. Xelkê di meşan de, êlekên ku wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li xwe kiribûn, herwiha pankartên şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikirin, hilgirtin.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.