Ayasofya û Lozan ?

Nûçeyên Dosye

În 24 Tîrmeh 2020 - 15:19

  • 97 sal di ser Peymana Lozanê re derbas bûn. Dewleta Tirk dixwaze di sala sedî ya Peymana Lozanê de, xeyala xwe ya osmaniya nû bi cîh bîne. Ma ne serokkomarê dewleta Tirk Erdogan sala 2015’an gotibû; ‘Pêwîst e ku Lozan bê nûkirin’. Jixwe pişt re êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê berfireh bûn.

Peymana Lozanê, ew peyman e ku xewna serxwebûna Kurdistanê nehêla û Kurd ji maf û azadiyan bêpar kir. Di ser vê peymanê re 97 sal derbas bûn. Dewleta Tirk dixwaze beriya salvegera sedî ya vê peymanê beşek ji xewn û xeyalên xwe yên Osmanî bi cih bîne û hin erdên îddîa dike yên wê ne, bi ser erdên Tirkiyê ve bike yan jî hukmê xwe li wir temam bike. Dewleta Tirk bi bûyer û rojên sembolîk her vê armanca xwe teze dike. Doh vekirina Dêra Ayasofyayê weke Mizgeft jî bi vê armancê ye. Wekî din jî sala 2015’an di salvegera îmzekirina peymana Lozanê de dewleta Tirk dest bi êrişên li ser Başûrê Kurdistanê kir. Dewleta Tirk niha bereyê ev êrişên xwe heta bi Lîbyayê fireh kiriye.
Temenê Peymana Lozanê 100 sal e, û di sala 2023’an de bi dawî dibe. Tirkiye dixwaze ta bi dawîhatina temenê peymanê, sînorên mîsaqî millî ku Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê jî digre nava xwe bi ser xaka Tirkiyeyê ve berde.

Peymana Mîsaqî Milî çi ye?

Di dawiya şerê cihanê yê yekem de împaratoriya Osmaniyan lewaz ketibû, tenê xaka niha ya Tirkiye, Bakur, Rojava, Başûrê Kurdistan û beşek jî ji xaka Yewnan di destê împaratoriya Osmaniyan de mabû. Welatên serdest hewil didan xaka di destê Tirkiyeyê de hîn zêdetir were kêmkirin heya gihişt xaka niha ya di destê Tirkiyeyê de.
Ji beriya rûxîna Împaratoriya Osmaniyan, projeyek bi navê “Misaqî Milî ji bo aştiyê” amadekirin. Ev proje di 27’ê Çileya sala 1920’an de ji aliyê parlamentoya Tirkiyeyê ve hate erêkirin.
Li gorî vê peyamana ku ji şeş xalan pêk dihat, diviyabû hemû hêzên leşkerî li cihê xwe bimînin heya peymana aştî tê îmzekirin.
Di wê demê de wîlayeta Musil ku piraniya xaka Başûrê Kurdistanê digirt nava xwe di jêr kontrola Osmaniyan de bû. Ingilîzan jî Mûsil û Kerkûk dixwestin. Bi şertê çavê xwe li qirkirina Kurdan a 1925an destpê kir bigirin, dewleta Tirk Mûsil û Kerkûk ji Ingilîzan re hiştin. Ango dewleta Tirk ji bo Kurdan qir bike, ji hin hedefên xwe yên Mîsaqî Millî feraxet kir.

Peymana Sevrê

Piştî têkçûna dewleta Osmanî di şerê cîhanê yê yekemîn de, dewleta Osmanî hate neçarkirin ku bi dewletên serketî re di 10`ê Tebaxa 1920`an de peymana Sevrê îmze bike. Li gorî vê peymana ku li bajarê Sevr ê Frasnayê hate îmzekirin, hevalbendan sînorên dewleta Osmanî teng kirin. Di peymana Sewrê de heq hebû ji bo gelan nexasim weke Kurdan çarenûsa xwe diyar bikin.
Lê di Peymana Lozanê de gelek bendên der barê Kurdan de nehatin bi bîr xistin û bi vî awayî, Kurd tine hatin hesibandin û li ser çar dewletên qewmî hatin dabeşkirin. Herçiqasî di peymanê de mafê axaftinê yê zimanê dayikê hebû jî ew jî paşê tine hat hesibandin.

Peymana Lozanê çi ye?

Peymana Lozanê di 24’ê Tîrmeha 1923’an de li bajarê Lozanê yê Siwîsre hate îmzekirin.
20’ê Mijdara 1922’an kongreya Lozanê di nava dewletên Brîtanya, Fransa, Îtalya, Japonya, Yewnan, Romanya, Yugoslavya û Tirkiyeyê de pêk hat.
Brîtanya, Franse, Îtalya, Japonya, Yewnan, Yugoslavya û Romanya di şer de welatên serketî bûn. Di kongreyê de sînorên dewleta qewmî ya Tirk diyar dikirin.
Li ser pêşniyara Tirkiyeyê 23’ê Nîsana 1923’yan dema duyemîn a kongreya Lozanê destpê kir û 17’ê Tîrmehê gihîştin lihevkirinê. Lihevkirin li ser 123 made û 2 pêvekan e, û 24’ê Tîrmehê hat îmzekirin. Temenê peymana Lozanê 100 sal e û di sala 2023’an de bi dawî dibe. Dewleta Tirk ji vê peymanê nerazîbû, lê di berdêla tinehesibandina Kurdan de peyman qebûl kir. Jixwe ji wê rojê û pê ve înkara Kurdan bi awayekî fermî destpê kir û îcraatên wê jî bi berxwedana Kurdan a sala 1925an pêk hatin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.