• Dr. Thomas Schmidinger: Hîç guman jê nîne ku MÎT li Viyanayê xurt û çalak e. Ew ne tenê Kurdan, aliyên din ên siyasî yên ji Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne, sîxuriyê li dijî çepgirên Tirk û tevgera Gulen jî dike.

LUQMAN GULDIVÊ

 

Hezîrana bihurî faşîstên Tirk li paytexta Awusturyayê Viyanayê êriş biribûn ser çalakgerên çepgir û jinan. Piştî lêpirsînên li ser bûyerê 1ʼê Îlona bihurî Wezîrê Karê Hundir ê Awusturyayê Karl Nehammer dabû zanîn ku destê îstîxbarata Tirk di bûyeran de heye û sîxureke MÎTʼê jî li xwe mikur hatibû ku dewleta Tirk ew wezîfedar kiriye. Hingê hikûmeta Awusturyayê dewleta Tirk hişyar kiribû. Beriya bi hefteyekê jî derket holê ku ajanekî MÎTʼê yê bi navê Feyyaz Ozturk 15ʼê Îlonê teslîmî meqamên Awusturyayê dibe û agahiyên pîlanên sûîqestên li dijî siyasetvanên Kurd û Awusturyayî eşkere dike; di nava wan de siyasetvana Kurd, parlamentera berê û akademîsyen Bêrîvan Aslan, rojnamevan û siyasetvan Peter Pilz û parlamenterê Ewrûpayê Andreas Schieder jî hene. Ev ajanê hanê, piştî ku teslîm bû, du caran îfade da û pîlanên MÎT´ê lê eşkere kirin, hat berdan. Em li ser mijarê bi siyasetzan û mamosteyê Zanîngeha Viyanayê Dr. Thomas Schmidinger re li ser mijarê çalakiyên îstîxbarata Tirk li Awusturyayê û têkiliyên Awusturya û Tirkiyeyê peyivîn.

Sîxurekî MÎTʼa Tirk li xwe mikur hatibû ku dewleta Tirk pîlanên kuştina siyasetvanên Awusturyayî dike. Mirov vê rewşê çawa binirxîne?

Kesê ku teslîm bûye, qet nebe fermî berê, ajanekî MÎTʼê ye. Ji ber wê jî divê mirov tehlûkeyê cidî bibîne. Lê îfadeyên wî dayî divê her wiha bi dîqet bên nirxandin. Dibe ku ev çîrok hatibin çêkirin, ji bo neewlekirin û sergêjkirinê jî; yanî dibe ku bi xwe jî karekî îstîxbarî be. Ev mesele hemû hîna bi temamî zelal nebûye. Lê heger îfadeya wî rast be, ev êdî meseleyê dibe warekî din. Ez li vir behsa tehlûkeya ji bo Bêrîvan Aslan nakim. Ji ber ku ji berê ve MÎT li dijî siyasetvanên ji Tirkiyeyê û nexasim ên Kurd çalak e. Ev tê zanîn. Lê heger MÎTʼê suîqest li dijî parlamenterekî yan jî kevne parlamenterekî Awusturyayê yan jî Ewrûpayê pîlan kiribe, çawaniya meseleyê diguhere, ev çawaniyeke nû ye. Berê Kurdên siyasî yên li Ewrûpayê bûn qurbanê êrişên MÎT´a Tirk. Lê niha siyasetvanên bi eslê xwe ne Kurd, ên weke Peter Pilz û Andreas Schieder heger bi rastî bibin hedef, ev aliyekî nû yê meseleyê ye.
Halê hazir ev hemû muhtemel in. Li cem polês pîvan hene ka wê çi, çi qasî cidî bigirin. Li aliyê din têra xwe mirov gumanan ji wê yekê dibe, ew ê ku hatiye teslîm bûye, hema piştre di cih de berdane. Diyar e ku di destpêkê de mesele ew qasî cidî negirtine. Berîvan Aslan bi polês tê parastin, lê parlamenterê Ewrûpayê yê SPO´yê Andreas Schieder ji bûyerê agahdar jî nekirine.
Wekî din li Awusturyayê mixabin girêdana bi dewletên din re û tesîra vê girêdanê gelek e. Mesela, li vir penaberên Çeçen hatin kuştin. Yanî li vir rayedarên dewleta Awusturyayê nikarin garantî bikin ku îstîxbaratên dewletên biyanî û tevnên wan ên rêxistinkirî li vir muxalifên xwe nekujin. Bi ya min divê em vê yekê li vir li Awusturyayê minaqeşe bikin, ka em çawa dikarin ewlekariya çalakgerên siyasî zêde bikin.

Piştî lêpirsîna êrişên nijadperestên Tirk li Viyanayê li taxa Favorittenê, mirov çawa dikare rêxistina MÎT´a Tirk li Viyanayê bibîne?

Hîç guman jê nîne ku MÎT li Viyanayê xurt û çalak e. Ew ne tenê Kurdan, aliyên din ên siyasî yên ji Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne, sîxuriyê li dijî çepgirên Tirk û tevgera Gulen jî dike. Bêguman vê dike. Lê pirs li vir ew e, ka bi rastî jî ew ê meseleyê heta bi suîqestan bibin, yan na.
Bi ya min, êrişên li Favoritennê roja diduyê teqez hatibûn organîzekirin. Ez jî li wir bûm. Pirr eşkere bû, rastgirên tundraw hatibûn organîzekirin. Ne ku hema welê hin ciwanan ev kiribû, lê belê mezinan ev dikir. Lê ev kî bûn, gelo endamên wan çeteyên weke Osmanen Germania bûn ku yekser yan jî neyekser ê elaqeya wan bi dewletê re hebû? Tiştekî eyan e ku li Tirkiyeyê dewlet û rêxistina wê ya îstîxbaratê û rêxistinên sûc di nava hev de ne. Li Awusturyayê haya rayedaran heta niha ji vê zêde nebû.
Herçî meseleya êrişên li Viyanayê bû, bi ya min du tişt hene; dibe ku Enqereyê bi xwe ev pîlan kiribe, biryar li Enqereyê hatibe wergirtin. Lê her wiha dibe ku yekî ku elaqeya xwe bi dewleta Tirk re heye û di nava strukturên li Awusturyayê yên rastgirên tundraw ên Tirk de cihê xwe bigire, bi tena serê xwe jî ev rêxistinbûna li jor min behsa wê kirî, kiribe. Lê rayedarên Awusturyayê hîna di lêpirsînan de negihiştine encameke welê ku karibe bersivê bide vê pirsê.

Em ji Elmanyayê dizanin ku MÎT´ê planên suîqestên li dijî siyasetvanên Kurd ên weke Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç kiriye. Gelo rayedarên Awusturyayê ji bo parastina siyasetvanên Kurd ên li vî welatî haziriyekê dikin?

Diyar e ku rayedarên Awusturyayê hinekî qewmîn şopandine û ji ber wê Bêrîvan Aslanê bi polês diparêzin. Lê belê hedefên din ên ku ajanê Tirk behsa wan kirî, hin ji wan nehatin agahdarkirin jî, weke parlamenterê Ewrûpayê Andreas Schieder. Yanî rayedaran diyar e gotiye, dewleta Tirk berê bi îstîxbarata xwe li dijî Kurdan û muxalifên din ên ji Tirkiyeyê suîqest pîlan kirine û suiqest kirine jî. Lê ne li dijî pirraniya Elman yan jî pirraniya Awusturyayî. Heger vê bikin, ev ê bibe qonaxeke nû. Mirov niha nikare vê piştrast bike, lê mirov nikare bibêje, ev ê neqewime jî.

Wezîrê karê hundir Karl Nehammer gotibû, ew ê xwe li karên îstîxbarata Tirk li Awusturayê ranegirin. Ma wê çi bikin?

Ev rewşeke gelekî girift e. Çapemenî gelekî dike dengênî ji ber siyaseta hundir. Li Awusturyayê mirov dikare bi dijberiya Tirkiyeyê, di hilbijartinan de çend dengan wergire. Li aliyê din, di gelek waran de têkiliyeke têra xwe baş a hikûmeta Awusturyayê bi Tirkiyeyê re heye. Têkilî û girêdanên aborî hene. Têra xwe gelek siyasetvanên Tirk ên nêzî hikûmetê, yên nêzî AKPʼê hem di nava partiya desthilatê OVP û hem jî di ya sosyal demokrat a niha muxalefet SPO de hene. Heta niha hîç zehmetiyên dîplomatîk ên Awusturyayê yên çor bi Tirkiriyeyê re çênebûne. Yanî, ya ku di ser çapemeniyê re ji hev re dibêjin, ya ji xelkê Awusturyayê re tê gotin û ya di siyaseta derve de ji Tirkiyeyê re tê gotin, ne yek in; ji hev cihê ne. Helbet hikûmeta Awusturyayê naxwaze ku li Awusturyayê siyasetvan bên kuştin. Lê ka gelo hazir e bikeve nava pirsgirêkeke dîplomatîk bi Tirkiyeyê re, ev meseleyeke din e.