Avci jî xistin nezaretxaneyê
Çarşem 9 Hezîran 2021 - 03:03
Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, kirin binçavan.
Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci ku di 19’ê tebaxa 2019’an de ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, girtin û ew binçavkirin.
Li Amedê jî ji 18 kesên hatibûn binçavkirin 5 jê hatin girtin û 13 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Serdozgeriya dewleta Tirk a dagirker, bi lêpirsîneke ku dabû destpêkirin der barê 22 kesan de biryara binçavkirinê dabû. Di 4’ê Hezîranê de polisan bi ser malan de girtibûn û Melîs Ozbalkan û Îsa Aydin jî di nav de 18 kesan binçav kiribûn.
MA/AMED