Dewleta Tirk a dagirker hîn jî li dijî gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer dike. Yek ji van sûcan jî birîna avê li ser herêmê ye, ku av weke çekê li dijî gelên herêmê tê bikaranîn.
Dewleta Tirk av li ser Hesekê birî û milyonek û 200 hezar kes bêav hişt. Hevserokê Rêveberiya Avê ya Kantona Hesekê Nîdal Mehmûd diyar kir ku li ser mijarê ew bi welatên garantor, Xaça Sor, UNICEF û NY'yê re axivîne, lê dîtine biryar siyasî ye.
Dewleta Tirk piştî ku di 9'ê Cotmeha 2019'an de dest bi êrişên dagirkeriyê li ser Girê Spî û Serêkaniyê kir, dest danî ser Stasyona Avê ya Elokê. Piştre jî av li ser wîlayeta Hesekê birî ku nêzî milyonek û 200 hezar mirov lê ne.
Dewleta Tirk ku avê li dijî gelên herêmê weke çekekê bi kar tîne, nêzî 25 roj in ji Stasyona Elokê ya li rojhilatê Serêkaniyê av li ser Hesekê û bejahiya herêmê birî ye.
Ji destpêka dagirkeriyê û vir ve dewleta Tirk gelek caran av li ser herêmê birî. Bi bangên saziyên navneteweyî û navbeynkariya Rûsyayê hin caran hiştibe ku av biherike jî herî dawî 25 roj in av ji nû ve li ser herêmê biriye.
ANF/HESEKÊ