- Elizabeth Catlett neviya koleyên azadkirî bû xwe li meydana hunerê ceriband û bêyî serî bitewîne, tê de cihê xwe girt û bi berhemên xwe jî peyamên civakî dan.
Li DYE´yê di sedsala 20´an de li meydanên giştî û hunerî xuyakirina mirovên reş û nexasim jî jinên reş bi têkoşîna ferdan bûye. Di warê hunerê de yek ji pêşengên meydana peykertiraşiyê û hunerê grafîka ji bo çapê Elizabeth Catlett e. Ji ber zextan wê sala 1962´yan dev ji welatîbûna DYE´yê berda û bû Meksîkî. Heta ku 96 salî wefat jî kir ew hunermendeke çalak bû. Bi ya wê huner ne tenê ji bo estetîkê, lê her wiha ji bo ragihandina peyamên civakî ye.
Elizabeth Catlett 15´ê Nîsana 1986´an li Washingtonê ji dayik bûye. Ew 2´yê Nîsana 2012´an weke welatiya Meksîkayê li Cuernavacaya Meksîkayê wefat dike. Di van 96 salan de ew di hunerên bedew de ji bo jinên reşik bû rolmodelek. Hem di warê resmê de û hem jî di warê peykertiraşiyê de wê di huner de tecrûbeya Efrîkî-Emerîkî (yan jî Efro-Emerîkî) nîşan da û di nava jinên reşik ên Emerîkayê de bi vê dewra xwe avangardek e. Bi her halî berê awira wê di nava vê tecrûbeyê de li tecrûbeya jinên reşik bû.
Neviya koleyên azadkirî
Ew neviya koleyên azadkirî bû. Dê û bavê wê di karê perwerdeyê de dixebitîn. Hingê weke hunermendeke reşik çêkirina kariyerekê hema hema ne mumkin bû. Ji ber wê jî wê pirraniya kariyera xwe bi dersdanê û hînkirinê bihurand. Lê sala 1946´an bi bursekê wê karî biçe paytexta Meksîkayê, Mexico Cityê. Li wir ew 20 salan ji Taller de Gráfica Popular re xebitî û paşê bû seroka beşê peykertiraşiya li Escuela Nacional de Artes Plásticas (Dibistana Neteweyî ya Hunerên Bedew). Di salên 1950´î de jî xweîfadekirina wê ji çapa grafîkê ber bi peykertiraşiyê ve guherî. Lê wê her karê ji bo grafîka çapê dewam kirin.
Meseleyên nijad, cins û çînî
Herçî karê wê ye, têkelkirina abstrakt (mucered) û fîguratîf e; ew jî di nav rêûresmeke modernîst de. Di nava vî hunerî de tesîra rêûresmên hunerên Efrîkî û Meksîkî jî heye. Elizabeth Carlett bi xwe dibêje, armanca sereke ya hunerê wê ne estetîkeke xwerû ye, ew ragihandina peyamên civakî li pêştir digire. Gava mirov berê xwe dide hunerê wê, mirov nîşandan û îfadekirina pirsgirêk û meseleyên nijad, cins û çînî dibîne. Hunerê wê qebûleke fireh dîtiye û di nava vê qebûl û gelek xelatan de, endametiya Salón de la Plástica Mexicana, ya Art Institute of Chicago Legends û Legacy Award jî hene. Doktoraya wê ya fexrî ji Zanîngeha Pace heye û wê Xelata Afirîneriya Emrekî ya Navenda Peyker a Navneteweyî jî wergirtiye.
Berhemên wê yên peykertiraşiyê weke provokatîf têne qebûlkirin. Herçî berhemên wê yên grafîkê yên ji bo çapê ne, bi giştî serketî hatine qebûlkirin. Ji bo vê wê bi pirranî verotina texte bi kar aniya lê her wiha "linocut" jî. Herçî peykertiraşî ye wê cils, sedar, dara maûnê, okalîptûs, mermer, berespî, heqîqe, kevrê Meksîkî û bronz bi kar aniye. Mezinahiya peykerên wê ji yên çend bostekî heta bi yên bejnê, ji wan heta bi yên dêwana ji bo meydanên nav bajaran diguherin. Pirraniya berhemên wê gelekî realîstîk in û ji fîgurên zêde stîlîzekirî yên 2 yan jî 3 dîmenziyonî ne. Gava ew çêkirine jî prensîpên modernîst tetbîq kirine, weke nimûne, muceredkirina organîk ji bo îkonopgrafiyên besîtkirî ji bo nîşandana hestên insanan.
Çalakgereke civakî ya reşik
Di dema jiyana xwe ya li Meksîkayê de, gava ku ew ji Taller de Gráfica Popular re dixebitî, ew çalakgereke xurt a civakî bû. Ew sala 1949´an ji ber ku destekê dide greva karkerên rêyên hesinî tê girtin û ji ber heman çalakgeriyê dikeve ber çavdêriya sefareta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE). Li ser vê, ketina wê ya DYE´yê hat qedexekirin û weke "biyaniya nayê xwestin" hat ragihandin. Ji ber vê yekê wê nekarî dayika xwe ya nexweş a li ber mirinê sala 1962´yan bibîne. Ji ber vê wê dev ji welatîbûna DYE´yê berda û bû welatiya Meksîkayê.
Sala 1971´ê bi destûreke taybet karîbû li pêşangeheke berhemên xwe ya li Studio Museum li Harlemê amade be. Carlett wê sala 2002´yan dîsa qebûl bikira bibe welatiya DYE´yê jî. Heta ku 2´yê Nîsana 2012´an 96 salî wefat kir jî ew ê hunermendeke çalak bûya, tevî ku wê 1983´yan êdî hew ders dan.
NAVENDA NÛÇEYAN