Avahiyan jî bi dizî çêdikin

Şemî 9 Kanûn 2023 - 00:35

AHMET KANBAL / MA / MÊRDÎN

Li herêma Akresê ya navçeya Artûklûya Mêrdînê li qeraxa çem projeya înşaetê ya bi navê "Avlû Mardînê" tê çêkirin. Projeya ku di rojên dawî de li bajêr bi bîlboardan reklama wê tê kirin, ji aliyê Şîrketa Wenusê li ser devereke 66 hezar û 710 metrekare tê çêkirin. Tê payin di çarçoveya projeyê de 337 avahî û 69 vîla bên çêkirin. Projeya ku di plansaziya îmarê de ji bo 5 blokan destûra 9 qatan hatiye dayîn, di reklama hatiye kirin de wekî avahiyên 11 qatî hatiye nîşandan. Proje li ber çavên Şaredariya Artûklûyê ya AKP'î û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, tê çêkirin. Lê derket holê ku di vê projeyê de gelek nelêritî hene. 

Li gor agahiyên bi dest ketine; têkildarî qada di statuya erseyê de plana îmarê tune ye û nêrînên saziyên têkildar hatine paşguhkirin. Li vê qada ku bêyî sazî nêrînên xwe bibêjin destûra çêkirina înşeatê lê hatiye dayîn, rêya projeyê jî li ser çem hatiye nîşandan. Hat hînbûn ku destûrên hatine dayîn nelirê ne û Serokê Daîreya Îmarê B.K. û Sekreterê Giştî M.S. yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya qeyûm, destûra projeyê dane. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.