Av li dijî Rojava kirin sîleh

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 14 Îlon 2023 - 00:25

Bi sernavê “Krîza avhewayê û hewara avê - Av weke sîleh di arîşeyên siyasî de” li Frankfurtê panelek tê organîzekirin. Komeleya Dostaniya Bajarên Frankfurt Kobanê vê panelê organîze dike.   

Ji ber ku Kurdistan, Sûrî û bi giştî Rojhilata Navîn herî zêde ji ber krîza avhewayê tesîr li wan bûye, ev panel berê xwe dide vê mijarê. 

Bi ser de jî Tirkiye bi qesd avê li ser Rojava û Bakurê Sûrî dibirre; yanî avê di şerê xwe yê li dijî Rêveberiya Xweser de weke sîleh bi kar tîne. 

Komeleya Dostaniya Bajarên Frankfurt û Kobanê bi vê çalakiyê dixwaze balê bibe ser mijarê û li rêyên alîkariya bi mexdûran re jî bigire. 

Atropologa çand û civakî Şermîn Guven, berê xwe dide herika çemên Firat û Dîcle û tesîra wan li ser mekanên şên, nexasim jî li Rojava û Başûrê Kurdistanê. 

Rêveberê “Forschungsfelds Wasser und Landnutzung” li Înstîtuya ji bo Lêkolînên Civakî û Ekolojîk (ISOE)  Dr. Robert Lutkemeier jî pisporê rezervên ava binê erdê ye û tevî meseleya hişkesaliyê li vê meseleyê jî dinihêre.

Wênegirê Elman-Fransî Philippe Pernot jî li Libnanî dimîne û li ser krîza avhewayê, qirkirina hawîrdorê li Rojava û nijadperestiyê ji Frankfurter Rundschau û hin rojnameyên din re dinivîse. 

Ercan Ayboga, muhendisê hawîrdorê ye û ji damezrînerên Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ye û ew ê jî di peywenda Kurdistan û Mezopotamyayê de bi meseleyê dakeve. 

Moderasyona panelê, referenta Sûrî, Tirkiye û Iraqê ya medico internationalê dike.

Hevserokê Rêveberiyên Komunan û Saziya Hawîrdorê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, Cîhad Omer jî wê biaxive û beşdarên panelê silav bike. 

Panel 17´ê Îlonê (Yekşemê) saet 16:00´an wê li hola SAALBAU Volkshaus Enkheim bi rê ve biçe. Navnîşana wê li jêr e:

Borsigallee 40

60388 Frankfurt am Main

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.