Av kiriye sîleh

Sêşem 28 Îlon 2021 - 01:27

Di Komxebata Avê ya Navneteweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk avê mîna amûreke şer bi kar tîne û ev yek bandorê li milyonan mirovî dike. 

Komxebata Avê ya Navneteweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, doh bi beşdariya zêdeyî 300 delege û kesayetan ên ji Rêveberiya Xweser, saziyên alîkariya mirovî yên xwecihî û navneteweyî pêk hat.

Komxebat li Hesekê li Salona Çandê ya Serdemê çêbû û sponsoriya wê Komîteya Hawirdorê û Rêveberiyên Xwecihî yên Herêma Cizîrê kir.

Di destpêkê de, bi navê komîteya amadekar a komxebatê Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawirdorê Silêman Ereb axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Ereb wiha axivî: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber guhertinên hewayê û bandorên neyînî li ser hawîrdor û jiyanê, zêdebûna hejmara şêniyan, tevgera zêde ya koçberiyê ji hundirê Sûriyê û kêmbûna jêderên avê bi astengiyên xeter re rû bi rû maye.“

Ereb di axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û zêdebûna tevgera rêxistinên terorîst bi awayekî neyînî bandorê li xebitandina pergal û torên avê dike.

Ereb her wiha ragihand ku rewşa avê li herêmê li gel kêmbûna jêderên wê û kontrolkirina jêderên avê ji aliyê dewletên ku av jê dihereke ve krîtîk e.

Silêman Ereb got, wan her tişt amade kiriye da ku komîteyeke çavdêr were avakirin ji bo pêkanîna armanc û perspektîfên komxebatê bişopîne.

Berxwedan heta îro berdewam e

Komxebatê bi axaftina hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş dewam kir.

Hevserokan destnîşan kir ku ji ber ku dewleta Tirk ava çemên Firat û Dîcleyê û çeteyên wê bi zanabûn ava stasyona Elokê li ser bajarê Hesekê qut kirin, aloziya avê li herêmê çêbû.

Her wiha hevserokan diyar kir ku gelên herêmê di şoreşa Sûriyê de gelek destkeftî bi dest xistin yek jê avakirina Rêveberiya Xweser di 2014’an de, ruxmî zextên ji derve, astengiyan û aloziyan berxwedan heta îro berdewam e.

Hevserokan anîn ziman ku ruxmî wan astengiya lê rêveberiyê herêmê hemû alozî derbasî kirin lê niha bi aloziya avê re rû bi rû maye ji ber ku dewleta Tirk bi rêya avê şerê herêmê dike û ava çemê Firatê qut dike û gotin cîhan li pêşiya vê kiryarê bêdeng e.

Hevserokan di axaftina xwe de dan zanîn ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan şerê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike çi yên leşkerî yan jî siyasî û herî dawî av bi kar anî û bi hezaran sivîl dan koçberkirin.

Hevserokan hêvî kir ku di dawiya komxebatê de çareserî ji bo pirsgirêk û aloziyên li herêmê bê dîtin û rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker bê girtin.

Hevserokan destnîşan kirin ku dewleta Tirk lihevkirinên têkildarî parvekirina çemê Firatê binpê dike û ew jî bi awayekî neyînî bandorê li civaka Sûriyê dike bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku şêniyên wê bi rêya çandiniyê debara xwe dikin û bi rêya çemê Firatê zeviyên xwe av didin.

Jiyana milyonan dixe tehlûkeyê

Hevserokan piştrast kir ku dewleta Tirk bi rêya avê şerê gelên herêmê dikin, ji ber wê li ser astên qanûnî û mirovî dewleta Tirk berpirsa jiyana 5 milyonên niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Hevserokan bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Koalîsyona Navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku fişarê li dewleta Tirk bikin da ku sûcên xwe rawestîne.

 ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.