SELAM KÊRWAN / ANHA / TEBQA

Rêveberê Odeya Xebatan a Bendava Firatê Îmad Ubeyd destnîşan kir ku rêjeya ava bendava Firatê gelekî kêm bûye û zirarê digihîne xebata bendavê û eger dewleta Tirk a dagirker rêjeya avê kêmtir bike wê felaket li herêmê rû bide.

Li gorî rayedarên bendavê, ava giştî ya bendava Firatê nêzî 14 mîlyar metrekab e lê ji ber kêmkirina rêjeya ava ku derbasî xaka Sûriyeyê dibe, tenê 10 mîlyar metrekab maye.

Ubeyd got: "Ev kêmbûn bandorê li xebata lûleyên ava vexwarinê û yên avdanê yên gundewarê Tebqa û Reqayê dike."

Her wiha Ubeyd diyar kir ku saetên pêxistina elektrîkê rojane 11 saet in; 4 bi roj û 7 bi êvarê. Di heman demê de got niha bûne rojane 6 saet, eger rêjeya avê ji wê kêmtir bibe dê saetên dayîna kehrebeyê kêmtir bibin.

Ubeyd di dewamê de wiha got;"Eger rêjeya avê 2 metreyên din kêm bibe wê xebata bendavê bi temamî raweste."

Ubeyd bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku bilez destwerdanê bikin û dewleta Tirk a dagirker neçar bikin ku li gorî lihevkirinan avê berde.

Beriya vê jî gerînendeyê bendava Rojava (Tişrîn) û endezyar Hemûd El Hemadîn anîbû ziman ku wan bi rêjeya ji sedî 85`ê ava gola xwezayî ji dest dane ku berê 325.50 metre di ser asta deryayê re bû. Piştî wê kêmbûnê, ava golê gihiştiye 320.50 metreyan.