Av dîsa ji ser Rojava birrî
Duşem 18 Nîsan 2022 - 22:24
- Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka Nîsanê ve ji nû ve ava çemê Firatê li ser Sûriyê qut kir û bi nêzîkbûna dema çandiniyê re avê wek çekeke şer li dijî xelkê herêmê bi kar tîne.
Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka Nîsanê ve ji nû ve ava çemê Firatê li ser Sûriyê qut kir û bi nêzîkbûna dema çandiniyê re avê wek çekeke şer li dijî xelkê herêmê bi kar tîne.
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker careke din av bi bendavên li Bakurê Kurdistanê girt, ava çemê Firatê ji destpêka Nîsanê ve dîsa kêm bûye.
Nivîsgeha Enerjî û Peywendiyan a herêma Cizîrê 4`ê Nîsanê ragihandibû ku dewleta Tirk a dagirker avê wek çekekê li dijî xelkê herêmê bi kar tîne û ji 2`yê Nîsanê ve ava çemê Firatê kêm kiriye.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), piştî ku dewleta Tirk ava çemê Firatê careke din qut kir, çemê Firatê gelekî kêm bûye.
Ev yek metirsiyê çêdike li ser xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lewma, heke dewleta Tirk kêmkirina avê dewam bike, zirarên mezin wê bigihêjin çandiniya herêmê.
SOHR`ê hişyar kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi karesatên mirovî û xwarinê re rû bi rû ne, bi taybetî li herêmên Reqa, Hesekê, Dêrazor û Kobanê.
NAVENDA NÛÇEYAN