Atmosfera sosret û melankolîk

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 18 Çile 2024 - 04:45

Sofia Bonati hunermendeke zexkirina bi qelemê û dijîtal a Arjantînî ye û wê xwe bi xwe perwerde kiriye. Ew nexasim jî bi portreyên dijîtal ên jinan ên ku lipey wan yan jî li ser laş û cilûbergên wan xemlên baxçe, bax û kulîlkan henel, navdar e. Ew sala 1982´yan li Buenos Airesê di nava malbateke hunermendan de hatiye dinê.
Herçî hunermendiya wê ya profesyonel e, wê piştî ku berê xwe sala 2013´an da Meliktiya Yekbûyî, dest pê dike. Yanî gava ku jiyana xwe ya nû ya weke dayik di tewazûnekê de bi cih bike, ew dibe hunermenda van berhemên dijîtal. 

Ji bilî projeyên xwe yên hunerî, wê her wiha weke xêzker bi şirketên weke Iberia (Spanya), Vanity Fair (Fransa) û Mondadori (Italya) jî kar kir. 

Di berhemên wê de hêmana esasî portreyên jinan in, tevî atmosfereke sosret û melankolîk, awirên mirovî zeft dikin û pirrî caran hin hêmanên surrealîst jî di wan de hene. 

Ew qelema reş, rengên avî û rengên avî yên bi zemq li ser kaxezê bi kar tîne, di heman demê de ew hilberîna dijîtal jî dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.