Aştî wê bi têkoşînê pêk were
Yekşem 10 Tîrmeh 2022 - 17:00
- “Rêxistiniya DAIŞ’ê ya li Tirkiyeyê dîsa tê ser hemdê xwe. Dewlet dengê xwe ji birêxistinkirina DAIŞ’ê ya li Tirkiyeyê re nake.”
Di meha 81’ê ya Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de çalakiya bibîranînê hat lidarxistin û hat gotin, “Rêxistiniya DAIŞ’ê ya li Tirkiyeyê dîsa tê ser hemdê xwe. Dewlet dengê xwe ji birêxistinkirina DAIŞ’ê ya li Tirkiyeyê re nake.”
Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê ji bo 104 kesên di mitînga 10’ê Cotmeha 2015’an a li Enqereyê de bi destê DAIŞ’ê hatin qetilkirin, li Gara Trênê merasîma bibîranînê li dar xist. Di bibîranînê de pankarta wêneyên qetilkiriyan li ser, hat hilgirtin. Bibîranîn, saet di 10.04’an de anku tam di wê saetê de ya ku komkujî hatibû kirin, bi rêzgirtinê dest pê kir. Yekî ji endamên rêveberiya Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Îshak Kocabiyik li vir daxuyaniyek xwend.
Kocabiyik got, “10 roj piştre jî dê bibe 7’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê. Me 33 rêwiyên xeyalan li wir ji dest dan. Rêya wan rêya me, xeyalên wan xeyalên me ne.”
Wî îşaret pê kir ku dewleta Tirk serê xwe ji DAIŞ´ê hîç naêşîne, û got, “Heke bi xeletî werin girtin jî çend rojan piştre wan berdidin.”
Kocabiyik got, ew êş têkoşîna xwe ya ji bo edaletê dewam bikin û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Lê têkoşîna me ya ku ev 81 meh in didome, dê bi dawî nebe. Em ê heta dawiyê vê têkoşînê bidomînin. Heke aştî tenê rojekê jî were, ew dê bi saya têkoşîna me be.”
Pirsûsê ji bîr nekin
Ji Rêxistinên Ciwanan, Zeynep Ulger jî ji bo bibîranîna Komkujiya Pirsûsê bang kir û xwest ku her kes di 20’ê Tîrmehê saet di 18.00’an de li Guvenparkê beşdarî bibîranîna Komkujiya Pirsûsê bibe.
MA/ENQERE