- Bi hezaran şêniyên kantonên Qamişlo û Hesekê yên herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daketin meydanan.
Bi hezaran şêniyên kantonên Qamişlo û Hesekê yên herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daketin meydanan.
Di 20 û 23`yê vê mehê de dewleta Tirk a dagirker bi rêya dronan, êrişî Kobanê kir û di encamê de 2 sivîl û 3 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd bûn.
Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişan de, doh bi hezaran kes li kantonên Qamişlo û Hesekêê li bajarên Tirbespiyê, Dêrik, Amûdê, Til Temir daketin meydanan.
AMÛDÊ: Li Amûdê xelkê navçe û gundan li Meydana Jinê kom bûn û li dijî dagirkeriya Tirk bang li civata navneteweyî kirin da ku qedexeya firîna balafirên dewleta Tirk li herêmê ferz bike.
DÊRIK: Li Dêrikê jî xelk bi diruşmeyên "Na ji êrişên dagirkeriya Tirk re li herêmê", "Divê binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan bi dawî bibin", "Bimire Erdogan" civiya. Xwepêşandêr li meydana Şehîdan civiyan. Yek ji rêveberên PYD Hesen Hemze got, li hemberî hemû pîlan û êrişên dewleta Tirk, ew ê berxwedana xwe bidomînin.
TIRBESPIYÊ: Li Tirbespiyê jî xelkê navçeyê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin. Xwepêşandêr ji pêşiya avahiya meclisa perwerdehiyê ya li rojhilatê navçeyê ve meşiyan. Wan li ber konê sersaxiyê yê şehîd Hêvîdar Tirbespiyê û şehîd Feysel Osî rawestiyan û beşdarî merasîma ji bo her du şehîdan bûn.
TIL TEMIR: Li Til Temira kantona Hesekê, bi sedan kesî êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî kirin da ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye firîna balafiran qedexe bikin. Xwepêşandanê ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê dest pê kir û li dawiya kolana Filinstin veguherî mitîngê. Li ser navê rêveberiya Til Temirê, Mihemed Seîd Şêxmûs got, piştî dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî, hin peyman û hêzên garantor hebûn da ku agirbestê pêk bînin, lê belê dewleta Tirk ji roja yekê ve bi van peymanan ne pabend e û êrişên xwe li dijî gundan dewam dike.
Mihemed Seîd Şêxmûs bang li hêzên çalak li Sûriye û Koalisyona Navneteweyî kir da ku êrişên dagirkeriyê yên asîmanî li dijî herêmê rawestîne.
ANHA/QAMIŞLO