Artêşa xwe vekişîne!
Yekşem 4 Hezîran 2023 - 13:54
- Kurd û dostên wan li seranserê Ewrûpayê bi çalakiyên cihêreng ji NY´yê xwestin li wargeha Mexmûrê vegere û ji Iraqê jî xwestin artêşa xwe vekişîne.
Kurd û dostên xwe yên li derveyî welat, ji bo silavkirina berxwedana xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê û şermezarkirina dorpêça artêşa Iraqê ya wargeha penaberan a Mexmûrê daketin meydanan.
MUNCHEN: Li dijî hewldana artêşa Iraqê ya dorgirtina li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), li paytexta eyaleta Bavyerayê Munchenê mîtîngek hat lidarxistin. Li Munchenê Kurd û înternasyonalîstan berxwedana xelkê Mexmûrê silav kir û bang kir da ku piştevanî bê xurtkirin. Di çalakiyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana Mexmûrê” hat gotin.
BERLÎN: Li paytexta Elmanyayê Berlînê, ji bo protestokirina artêşa Iraqê û ji bo piştevaniya bi xelkê Mexmûrê, li ber Balyozxaneya Iraqê çalakî hat lidarxistin. Kurdan û dostên wan got, "Wargeha penaberan a Mexmûrê ku Neteweyên Yekbûyî jê berpirs e, li ber zilm, talan û îzolasyonê li ber xwe dide. Bêdengiya NY´yê nayê qebûlkirin Li ber Balyozxaneya Iraqê em diyar dikin, divê artêşa Iraqê tavilê dev ji vê dorgirtinê berde."
BREMEN: Kurd û dostên wan ku li Bahnhof Platza li bajarê Bremen ê Elmanyayê hatin ba hev, êriş û hewla girtina dora Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya dewleta Iraqê, bi lidarxistina mîtîngekê protesto kir. Xwepêşanderan hikûmeta Iraqê şermezar kir û bang lê kir da ku artêşa xwe tavilê vekişîne. Di daxuyaniya çapemeniyê de hat gotin, "Bi deh hezaran jin, zarok kal û pîrên li Wargeha Mexmûrê ji ber dewleta Tirk reviyane û hatine li wargehê bi cih bûne. Ev wargeh di bin kontrola NY’yê de ye. Em bang li NY’yê dikin ku bi erka xwe rabe.’’
DEN HAAG: Kurdên li Den Haagê jî berxwedana xelkê Mexmûrê silav kir û dewleta Iraqê û ya Tirk protesto kirin.
Hevserokê Meclisa Civaka Kurd a Demokratîk a Den Haagê Dr. Azad Badikî, got, berpirsên esil ên êrişên bi ser Mexmûrê de, rayedarên NY’yê ne ku bi erka xwe ranabin: "Dewleta Tirk ku ev ji xwe re kir firsend, bi balafirên biçek ên bêmirov sivîl qetil kirin, artêşa Iraqê ya dagirker jî xwest xelkê heps bike.
CENEVRE: Li bajarê Swîsreyê Cenevreyê, berxwedana xelkê Mexmûrê bi meşekê hate silavkirin. Xwepêşander bi dirûşmeyan ber bi navenda bajêr ve meşiyan, li Parka Beaulieu mîtîng li dar xistin. Li ser navê xwepêşanderan Ramazan Baytar hewldana dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê protesto kir û got, ew li rex xelkê Mexmûrê ne. Piştî Baytar li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşer (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) Omer Rizvanoglû got; "Îro li ser Rêbertiya me tecrîda girankirî heye û li dora vê tecrîdê polîtîkayên qirêj xistinê meriyetê. Di bin êrişên li ser Gerîlayê Azadiya Kurdistanê û hewldana dorpêçkirina Mexmûrê de, polîtîkayên tecrîdê yên ku li ser Rêbertiya me tên meşandin, hene. Em ciwanên Kurd xwedî li berxwedan xelkê Mexmûrê û têkoşîna gerîla derbikevin û polîtîkayên tecrîdê pûç bikin.” Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
VIYANA: Bi armanca piştevaniya bi xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê re, li ber Balyozxaneya Iraqê ya li paytexta Awusturyayê Viyanayê, mîtîng hat lidarxistin. Xwepêşanderan got, “Mexmûr rûmeta me ye.” Di axaftinan de hate gotin, “Xelkê Mexmûrê li hemberî artêşa Iraqê li ber xwe dide. Bi şev û roj li ser piyan e. Em berxwedana wan silav dikin. Divê em bi awayekî eşkere nîşanî hikumeta Iraqê û raya giştî bidin ku xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye. Em bang li her kesî dikin da ku xwedî li berxwedana Mexmûrê derkevin.”
LÎMASOL: Kurd û dostên wan li bajarê Lîmasol ê Qibrisê ji bo protestokirina artêşa Iraqê û silavkirina berxwedana xelkê Mexmûrê, mîtîng li dar xist. Xwepêşander li kolana Anastasî Shioukri hatin ba hev, dovîzên li ser wan “Mexmûr rûmeta me ye”, “Mexmûr ne bi tenê ye” nivîsandî hilgirtin. Siyasetvanê Kurd Lezgîn Serhat di çalakiyê de got, "Dewleta Tirk a faşîst bi êrişên dorpêçkirina Mexmûrê, girtina sînorê Sêmalka û êrişên bi ser Şengalê re, amadekariyên şerekî mezin dike. Şirîkatiya dewleta Iraqê û bêdengiya NY´yê tê wateya ku hêzên navneteweyî piştgiriyê didin şerê dewleta Tirk ê li dijî Kurdan.”
NAVENDA NÛÇEYAN