Artêşa Tirk Garê dişewitîne

În 16 Cotmeh 2020 - 15:55

  • Dewleta Tirk li herêma Çiyayê Gabarê ya li bejahiya Basanê ya Şirnexê agir berda daristanê.

Dewleta Tirk a qirkirina Kurdan û gelan kiriye armanc, di her warî de êrişî Kurdan û nirxên gelan dike. Çeteyên dewleta Tirk ên weke Artêş bi nav dike, li herêma Çiyayê Gabarê ya li bejahiya Basanê ya Şirnexê agir berdan daristanê.
Çeteyên weke esker tê binavkirin û li qereqola li gundê Zêwê dimînin, gulle li derdorê direşînin û dîsa ji ber bombardûmanê agir bi qirş û qalan digire, daristanên herêmê dişewitin.
Leşkerên Tirk çawa ku beriya niha nehiştin şewat bê vemirandin di vê şewatê de jî nahêlin kes agir vemirînin.
Li sê herêmên Çiyayê Cûdî ya li pêşberî navenda Şirnexê jî şewata li daristanan dewam dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.