Nûçegihanên ANHA’yê ji qadê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker, nuqteya hêzên rejîma Şamê ya di navbera gundên Hiwêcê û Tîba yê li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê de topbaran kir. Di encamê de 2 leşker birîndar bûn.
Têkildarî rewşa her du leşkerên birîndar agahî bi dest neketin.
ANHA/EYN ÎSA