Artêşa Tirk êrişê Eyn Îsa dike

Şemî 30 Îlon 2023 - 00:27

Di êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsayê de sivîlek şehîd bû û 5 jî birîndar bûn. Her wiha di encama bersivdayîna êrişan de jî 7 çete hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Îlonê de jî bi dehan caran êrişî gundên nêzî eniyên şer ên Eyn Îsayê û gundewarên Girê Spî kir.

Bi operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ re ku QSD’ê di Tebaxê de li gundewarên Dêrazorê ragihandibû, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser gundên li rojava û rojhilatê Eyn Îsayê zêdetir kirin. 

Bîlançoya meha Îlonê

3′ê Îlonê çeteyên artêşa dagirker hewl da bikevin gundên Sêgîro û Tirwaziyê. Şervanên QSD′ê bersiva hewldanê da û di encamê de 7 çete hatin kuştin û 7 çete jî birîndar bûn.

Di 4′ê Îlonê de dagirkeran gundê Hiwêcê topbaran kir. Di encamê de welatiyê bi navê Xelîl Îbrahîm El Hemed (23) birîndar bû.

20′ê Îlonê hêzên dagirker êrişî gundên Ebû Nîtola kir û di encamê de welatiyê bi navê Macid Îbrahîm El Elî birîndar bû.

21′ê Îlonê koçberê bi navê Qibin Ezîz El Xelîl (29), dema ku li nêzî gundê Şêx Hesen ê li rojhilatê Eyn Îsayê di nava zeviya xwe ya çandiniyê de kar dikir, di encama topbarana dagirkeran de birîndar bû.

27′ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker gundê Hedriyat bi çekên giran topbaran kir, di encamê de welatiyê bi navê Mihemed El Ciwêd (35) şehîd bû û Mehfûz El Hemadî (30) û Mêrsî El Hemadî (23) birîndar bûn.

7′ê Îlonê artêşa Tirk xeta ku elektrîkê dide kargeha çîmentoyê ya Larvac kir hedef. Di encamê de elektirîk li ser gundên rojavayê navçeyê û gundewarên kantona Girê Spî qut bû.

18′ê Îlonê dagirkeran careke din heman xeta elektrîkê kir hedef û careke din qut kir. Dagirkeran êrişî gundên Ehmediyê, Erîda û Benderxan ên li rojhilatê Eyn Îsayê jî kir. Ji ber topbaranê perwerde sekinî. Li gorî daneyên ajansa ANHA′yê ji destpêka dagirkirina Girê Spî ve, di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gundên Eyn Îsa û Girê Spî de, bi giştî 125 sivîl şehîd û birîndar bûne ku 50 ji wan zarok in.

ANHA/EYN ÎSA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.