Artêşa Tirk dijminê darên Kurdistanê ye

În 6 Çile 2023 - 00:18

Artêşa Tirk di 24'ê Kanûnê de li bejahiya Amed, Çewlik, Mûş û Êlihê bi tevlîbûna bi hezaran leşkerî dest bi tevgera dagirkeriyê kir. Artêşa dagirker bi helîkopteran yekîneyên taybet li bejahiya her çar bajaran danî.

Hate ragihandin ku bi taybetî li bejahiya navbera navçeya Pasûr a Amedê û Mûşê, leşkerên dagirker agir berdane daristanan. Şewata li herêmê piştî rojekê bi xwe vemirî.

Tevgera dagirkeriyê ya li herêmên Amed, Çewlik, Mûş û Êlihê li hin qadên stratejîk dewam dike.

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.