Artêşa Tirk 28 caran êriş kir
Duşem 27 Adar 2023 - 14:44
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 26'ê Adarê 28 caran êrîşî qadên berxwedanê yên gerîla kiriye.
Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de li ser êrîşên 28'ê Adarê ev agahî hatin dayin:
"26'ê Adarê qada Girê Ortê ya Metînayê bi balafirên şer 3 caran hat bombekirin.
26'ê Adarê li Metînayê qada Girê Ortê, Qada Berxwedanê ya Girê FM û çeperên me yên berxwedanê yên li qadên Çemço û Sîdayê 25 caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin."
BEHDÎNAN