Artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê îro jî gundê Hoşan yê Eyn Îsayê û rêya M4´ê topbaran kirin.
Di encama topbaranê de xisar li trekseke sivîlan bû. Di êrişê de du sivîl birîndar bûn. Letîfa EL-Şedad a 45 salî û Qusey Hesen ê 23 salî rakirin nexweşxaneyên navçeyê.
Dagirkeriya Tirk navçeya Eyn Îsa û cihê Lîwaya 93 jî di heman demê de topbaran dikir.
ANHA/EYN ÎSA