Arshile Gorky:Şêwekarê jibîrçûyî

Nûçeyên Çand/Huner

În 23 Tîrmeh 2021 - 04:39

  • Arshile Gorky, şêwekarekî bi eslê xwe Ermen e lê ji ber zilma Osmaniyan pêşî direve Yerîvanê û paşê jî sala 1920’an koçî Emerîkayê dike. 

ARDÎN DÎREN
AMED

Di salên 1940’î de li New Yorkê bizava hunerî ya bi navê “Abstract Expressionism” (Derbirîneriya Mucerred) bi pêş dikeve. Bi vê bizavê re navenda hunerî ji Parîsê ber bi New Yorkê cih diguherîne. Hunermendan, nexasim jî şêwekar vê bizavê bi kar tînin û wek şêweyeke nû jê hez dikin. Hin rexnegir wek pêşengê vê bizavê Arshile Gorky nîşan didin.

Bizava “Abstract Expressionism” wek hunerê dîasporayê tê zanîn, ji ber ku hunermendên penaber bingehê vê bizavê li Emerîkayê daniye. Arshile Gorky jî di nav van kesan de bû û bi helbestvan Andre Breton re hevaltiyeke wî ya baş hebû. 

Ji ber şûrê Osmaniyan difilite

Arshile Gorky, şêwekarekî bi eslê xwe Ermen e lê ji ber zilma Osmaniyan pêşî direve Yerîvanê û paşê jî sala 1920’an koçî Emerîkayê dike. 

Arshile Gorky şêwekarekî jibîrçûyî ye û ew ji ber şûrê Osmaniyan filitiye. Ew sala 1904’an li Wanê ji dayîk dibe û di dema qirkirina Ermenan (1915) de ew hîna 11 salî ye. Navê wî di defterên dêrê de “Vostorig Manuk Adoyan” e. Piştî qirqirinê mecbûr dimîne bi diya xwe û xwîşka xwe re biçe Yerîvana Ermenîstanê. Gava Arshile Gorky 6 salî ye bavê wî zarok û kulfetê xwe li Wanê dihêle û ji bo bixebite diçe Emerîkayê. Jiyana Arshile Gorky tim bi xizaniyê derbas dibe. Gava ew li Yerîvanê ye diya wî Şuşan ji birçîna wefat dike. Ji lewma jî bi xwîşka xwe Hartuş re piştî rêwîtiyeke bi 9 mehan ew xwe digihînin girava Ellis ya Emerîkayê. Arshile Gorky li ba bavê xwe bi cih dibe û xwe bi navê Arshile Gorky dide nasîn, ji ber ku ji nivîskarê Rûsî Maksîm Gorky hez dike, ew vî navî li xwe dike. 

Arshile Gorky 1922’yan li Bostonê di akademiya “New School of Design” dixwîne û li heman akademiyê piştre asîstaniyê dike. Her wiha ew li wir mamostetiyê jî dike û dersên wêneyê dide. Di destpêka akademiyê de mamosteyê wî yê wêneyê jê re dibêje, “Kesekî Ermen li Emerîkayê zû bi zû nikare bibe şêwekar!” Wî zemanî li Emerîkayê Rûs û Elman layiqî şêwekariyê didîtin. Ji ber vê ew navê xwe dike Arshile Gorky. Ji her kesî we ye, ew xizmê Maksîm Gorky ye. Ew dibêje, “ez ji Rûsya reviyame hatime”. Navê Arshile ji mîtolojiya Yewnanan tê. Ew di jînenîgariya xwe de dibêje, sê mehan li ba şêwekar Wassiliy Kandinsky jî xebitiye. Arshile Gorky bi “Jînenîgariyeke sexte” xwe dide naskirin û bi vî awayî xwe di nav hunermendan de dide qebûlkirin. 

Bandora Cezanne, Picasso û Joan Miro Ferrali wî dibe. Di tabloyên wî de ev bandor xuya dibe. Jixwe sala 1940’an  jî bi pêşketina bizava “Abstract Expressionism” ew jî cihê xwe di nav pêşengên vê bizava hunerî de çêdike û tê naskirin.

Çîrokên diya xwe ji bîr nake

Arshile Gorky di hevpeyvînekê de dibêje, “Gava ez wêneyan xêz dikim, her tim ji xwe re çîrokan dibêjim. Ti elaqeya van çîrokan bi wêneyan re tine ye. Gava min serê xwe datanî ser pêşa diya xwe û çavê xwe digirt, wê gelek çîrok digotin ji min re. Wek di portreyê wê de jî nîşan didim kirasekî wê yê dirêj û spî hebû. Her wiha pêşmaleke wê ya neqişandî hebû. Çîrokên wê û neqşên li ser pêşmala wê tevlîhev dibûn di serê min de. Di hemû kêliyên jiyana min de çîrokên diya min û neqşên li ser pêşmala wê hene û qet ji bîra min neçûn.”

Wêneyan temam nake

Tabloya wî yê herî navdar “Hunermend û diya wî” ye. Ew dixwaze ji ber fotografê ku ew û diya xwe sala 1912’an bi hevre tê de ne, tabloyekê çêke. Arshile Gorky sala 1926’an dest bi tabloyê dike, lê tabloyê ti carî bi dawî nake. Ew dibêje, “Heger tiştek bi dawî bibe, yanî ew êdî miriye. Ez baweriyê bi bêdawîtiyê tînim. Ti carî wêneyekî bi dawî nakim.” Gorky, mirina diya xwe ti carî qebûl nake, ew serhatiyên xwe yên bi diya xwe re bi saya vê tabloyê zindî dike.

Di tabloyê de dest nîvco mane û kulîlkên di tabloyê de jî baş nayên xuyanê, diyar e ku wî bi zanebûn ew wiha hiştine da ku tablo temam nebe. Gava mirov berê xwe dide tabloyê ew hesta netemambûyî bi her awayî xwe dide der.

Bi xatirê we hezkiriyên min

Arshile Gorky ji diya xwe pirr hez kiriye û ji xeynî vê tabloyê serhatî û bîranînên xwe li ser tabloyan xêz nekirine. Wî kul û xemên xwe avêtiye nava dilê xwe û trajediya xwe xêz nekiriye.Trajediya Arshile Gorky dûr û dirêj e, Nouritza Matossian di pirtûka xwe ya bi navê “Black Angel” (Ferîştahê Reş) de behsa serhatî û trajediya Arshile Gorky dike. Ya hatî serê wî pirr dijwar e: Pêşî kargeha wî ya wêneyan dişewite û gelek berhemên wî dişewitin. Paşê hîn dibe ku ew bi penceşêrê ketiye û rewşa wî zêde ne baş e. Piştî bi nexweşiya xwe dihese ew di qezayekê de destê xwe dişikîne û felç dibe. Herî dawî jî di sala 1948’an de bi nameyekê dibêje “Bi xatirê we hezkiriyên min” û xwe bi darve dike û dawî li jiyana xwe tîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.