Armanca raperînê pêk nehatiye!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 14 Adar 2024 - 00:44

Hunermendên Silêmaniyê têkildarî armanca raperîna gelê Başûr a li dijî rejîma Baas axivîn û gotin: “Armanca raperînê pêk nehatiye. Hinek partiyên Başûr bûne darê dest dewletên dagirkerên Kurdistanê.”

33 sal di ser raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê ya li dijî zilm û zordestiya rejîma Baas re derbas dibe. Beşek ji hunermendên Silêmaniyê têkildarî salvegera raperînê, behsa armanca raperînê û metirsiyên ku niha li ser Başûrê Kurdistanê hene kirin.

Hunermend Cezay Saz diyar kir ku gelê Başûr raperînê ji bo rabûna li dijî darvekirin, zilm, zordestî, xiyanet, kîmyabaran û enfalê pêkanî û got: “Dibe ku niha hinek raperînê xelet bibînin, lê divê raperîn û armanca wê wek waneyek ji bo nifşê nû bê vegotin da ku neyê jibîrkirin.” 

Bûne guharê li guhê dagirkeran

Cezay Saz da zanîn ku Kurd her tim di bin gef û êrişên dagirkeran de ne û got: “Welatên derdorê bi taybetî jî dewleta Tirk ti demê Kurdan qebûl nekirine û her tim hewldaye Kurdan tine bike. Lê mixabin di beramber de hinek hizbên Kurdî bûne dardest û guharê li guhê dewletên dagirker ên li dijî gelê Kurd.” Di dewamê de Cezay Saz diyar kir ku ji dîrokê ta niha dijmin ti demê Kurdan qebûl nekiriye û got: “Xewna Kurdan hemû ewe ku ji bindestiyê rizgar bibin. Lê divê bi lihevkirinek siyasî ev pêngav bê avêtin û pêşxistin.

Divê destketî ji dest neçin

Di derbarê armanca raperînê de jî Cezay Saz got: “Raste niha şert û merc gelek zehmet e, gel bê mûçe û birçî ye. Lê divê ev yek ji bîra me neçe ku beriya raperînê tişta herî giring ku me nebû azadî bû. Ji bo min xewnek gelek tehl bû ku ev destketî piştî raperînê ji dest bidin û carek din bikevin di jêr gefên qebûlnekirina statûya Herêmê ya ji aliyê dewleta Iraqê ve.”

Bi hêviya em yekîtiyê bibînin

Hunermend Arî Fewzî jî li ser heman mijarê axivî û got: “Mixabin gelek kêm armancên raperînê bicih hatine. Diviyabû niha ciwan şanaziyê bikin ku Kurdan raperîn kirin. Lê vê desthilat û hikûmetê wisan kiriye ku ciwan ji Kurdbûna xwe bêzar bin.” Arî Fewzî got ku yek ji pirsgirêkên mezin ên Kurdan ewe ku di nava xwe de lihev nakin û dijminahiya hev dikin. Arî wiha dom kir: “Ger Kurdan dijminahiya hevûdû nekiriba wê ti demê dewletên dagirker nikaribûna dagirkeriya xwe berdewam bikin û li ser gelê Kurd bibin metirsî.”

Hunermend Arî Fewzî bang li aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî kir û got: “Hêviya me ew e ku em yekitiya Kurdan bibînin. Bila aliyên siyasî destê hev bigrin û dawî li dijbertiya hevûdû bînin. Ji berku dema yekgirtina xwe çênekin wê ber bi rewşek xirab de herin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.