- Siyamend Muînî: ‘’ Em hêza parastinê ne, lê ku her gava êrişek li dijî me hate kirin, em ê xwe biparêzin. Hêzên me xwe bi pêş xistine û di warê leşkerî, siyasî, dîplomasî û çalakiyên leşkerî de xwe bi hêz kirine û xwedî ezmûneke xurt in.’’
Hevserokê PJAK’ê Siyamend Muînî bal bire ser tevlîheviya li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê, û got, projeyeke çareseriyê ya Îranê ya ji bo gelan nîne. Mûînî got, “PJAK ji bo gelan xwedî projeya çareseriyê ye.”
Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Muînî li ser rewş û bûyerên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji Şarpressê re peyivî.
Mûînî bal bire ser çareseriya pirsgirêkê, parastina rewa û got: “Çareseriya pirsa Kurd bi parastina rewa ya ji bo berjewendiyên gel e.
Hêzên parastinê, rêxistina civakî û gerîlayên me her roja çûye xwe bi hêz kirine. PJAK´ê xebat, rêxistin û amadekariyên ji bo siberoja Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hemûyan dike. PJAK li herêmê yekane hêz e ku ji bo her bûyer û qewmîna heyî xwedî plan û çareserî ye.”
Muînî li ser desthilata heyî jî got, “Ti desthilata dagirker û dîktator heta hetayê namîne, her ew ê rojekê hilweşe. PJAK xwedî ezmûn e û timî li ser çerxên çareseriya pirsa gelê xwe li Kurdistanê û herêmê ye. Xwedî plan û projeyên stratejîk û karûxebatên me li ser hizra azadiyê ne. Ji bo çareseriyê diyalogê baştir e ji şer û operasyonên leşkerî, lê divê diyalog dualî be, li ser esasên rast û durist be. Em ji bo birêxistinkirina civakê jî têdikoşin. Em rêveberiya xweser a di çarçoveya Konfederalîzma Demokratîk de dixwazin.”
PDK´ê yekberebûna Kurdan
asteng kir
Hevserokê PJAK´ê Siyamend Muînî got, divê Kurd xwe ji bo her tiştî amade bikin û karibin pêşengtiyê bikin ji bo azadî û her buhera li Kurdistan û Îranê rû bide. Wî dio dewamê de got, “Projeya eniya Kurdistanî projeya PJAK´ê bû ku piştî kongreya 5’an hatibû parvekirin. Ev proje ji 10 bendan pêk hatibû. Hinek saziyên Rojhilat, dîsa welatiyên Başûrê Kurdistanê ji ber zextên PDK’ê yên astengker rê nedan ku bereyeke yekgirtî bi hêz bê avakirin. Her mirov dizane PDK li gel dewleta Tirk a dagirker e. Li gorî berjewendiyên Tirkiye û Îranê dixebite. Ev proje li gel neteweyên din ên Îranê belav bû, heta astekê di warê pratîkî de kar hate kirin û hê jî dewam dike.”
Îran dixwaze parçe bike
Siyamend Muînî îşaret bi xwepêşandanên li dijî rejîmê yên li Îranê kir û got, “Ew daxwaza heqê xwe dikin. Em jî alîkariyê didin hêz û aliyên li ber dîktatoran radibin.”
Hevserokê PJAK´ê Siyamend Muînî bal bire ser projeyên çareseriyê yên PJAK’ê û wiha dewam kir: “Heta niha ti proje û çareseriyeke Komara Îslamî ya Îranê ji bo çareserkirina pirsa gelan li Îranê nîne. Mebesta Îranê parçekirina hêzên Rojhilat e, dixwaze wan hêzan li dijî hev sor bike.”
Siyamend Miînî qala êrişên li dijî herêmên wan jî kir û got, “Îran û Tirkiye bi hev re bi hevkariya istîxbarî û operasyonên hewayî li dijî her Kurdê azad, li ku derê be jî dikin. Ev yek jî bi rêya hinek aliyan tê kirin. Bi taybetî di vê mijarê de Barzanî li gel dagirkerên Kurdistanê cih girtiye û dîrokeke wê ya xayîntiyê heye. Bi hevkariya wan, hinek hevalên me yên têkoşer di encama êrişên esmanî de şehîd bûn. Ev jî heger xwefiroş û noker nebin, wê nikaribin vê tiştê bikin.”
Armanca me azadî ye
Hevserokê PJAK´ê Siyamend Muinî di dawiyê de got, rejîma Îranê her hêza Kurd dike hedef û weke partî jî armanca wan misogerkirina azadiyê ye: “Îran hêz û partiyekê nake hedef, Kurd be bes e. Ji bo têkbirina aliyên Kurdan siyasetên cuda cuda bi kar tîne. Armanca PJAK’ê azadî û rizgariya gel e. Li ber hemû astengiyan jî têdikoşe. Em hêza parastinê ne, lê ku her gava êrişek li dijî me hate kirin, em ê xwe biparêzin. Hêzên me xwe bi pêş xistine û di warê leşkerî, siyasî, dîplomasî û çalakiyên leşkerî de xwe bi hêz kirine û xwedî ezmûneke xurt in. Em girêdayî azadiyê ne, ji bo azadiyê têdikoşin û armanca me jî serketin e.”
NAVENDA NÛÇEYAN