Armanc bidawîkirina xweseriyê ye

Sêşem 3 Sibat 2026 - 03:50

Nerazîbûnên navneteweyî yên li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ-HTŞ’ê û dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Sosyolog û fîlozofê Fransî Michael Lowy ê ku bi xebatên xwe yên li ser tevgerên civakî yên hemdem li cîhanê tê nasîn, li ser mijarê ji ANF’ê re axivî. Lowy diyar kir ku armanca sereke ya li pişt êrîşên li ser Rojava tasfiyekirina modela demokratîk a li herêmê hatiye avakirin e û got:"Zextên dewleta Tirkiyeyê, ango hikûmeta Tirkiyê jî di vê êrîşê de jî heye. Hikûmeta Tirk demek pir dirêj e, çi li Tirkiyeyê, çi li Sûriyeyê, çi li deverek din bi dijminatî nêzîkî tevgera Kurd dibe. Li gorî min ji aliyekî ve polîtîkaya navendî ya hikûmeta Sûriyeyê û ji aliyê din ve armanca Tirkiyeyê ya bidawîkirina ezmûna xweseriya Kurd a li Rojava, bandora sereke ya li pişt van êrîşan e.”

Xiyanet li Kurdan kirin

Lowy helwesta Rojavayî ya li hemberî êrîşên li ser Rojava wekî "xiyanetê” bi nav kir û got:"Welatên rojavayî, bi gotineke din emperyalîstên rojavayî - Ewropa û DYE - ji bo gefa DAÎŞ’ê ji holê rakin ji hêza Kurdan sûd wergirtin. Lê îro wekî ku ev gefa ku berdewam dike ji bîr kiribe tevdigerin an jî difikirin ku tifaqa bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re bes e, Kurdan tenê dihêlin.

Tu carî eleqeyek jidil nîşanî berjewendiyên gelê Kurd, xweseriya Kurdan an jî ezmûna Rojavan nedan; Kurdan di şerê li dijî DAÎŞ’ê de kirin amûr. Niha jî wan terk dikin. Ji bo çareseriya siyasî çend gotinan dibêjin, lê tiştek şênber tuneye. Ji ber vê yekê, ne ecêb e. Mixabin, îro Kurd baweriya xwe bi piştgiriya diyasporaya Kurd û hêzên çepgir ên navneteweyî tenê tînin. Lê ev hevgirtin jî hîn jî têrê nake."

Xeterî berdewam e

Lowy peymana di navbera QSD’ û hikûmeta demkî ya li Şamê de nirxand û anî ziman ku ev peyman pir qurfbar e û got:’’Helbet ji berdewamkirina şer çêtir e, lê ev peymanek pir qurfbar e. Tu misogeriya wê tuneye ku hikûmeta Sûriyeyê di çend hefteyên pêş de di bin zexta Erdogan de êrîşên li dijî Kurdan ji nû ve dest pê neke.” Lowy bal kişand ser pêwîstiya parastina ezmûna Rojava û got:"Ger ev ezmûn bi dawî bibe, ew ê bibe trajediyek. Ji ber ku Rojava, tevî hemû pirsgirêk, sînorkirin û nakokiyên xwe, di warê demokrasiya rastîn û rizgariya jinan de yek ji ezmûnên herî pêşketî yên cîhanê ye. Ji bo her kesê ku ji bo sosyalîzm, mafên jinan û ekolojiyê têdikoşe, ezmûnek îlhamê bû. Ji ber vê yekê, hilweşandina wê ya tevahî wê windahiyek mezin be." Lowy diyar kir ku tasfiyekirina Rojava wê gefek mezin li ser ewlehiya Ewropayê çêbike û got:“Terikandina Rojava ji hêla Ewropayê ve xeletiyek pir cidî ye. Ez bawer dikim ku di paşerojê de, ew ê ji vê nêzîkatiya demkurt û teng dîtin - ango destên xwe jê bişon û tenê bi çend gotinên dîplomatîk piştgirî didin mafên Kurdan, ji bo parastina xweseriyê neavêtina gavên berbiçav- wê poşman bibin.”

Divê zexta siyasî bikin

Di dawiyê de Lowy bang li civaka navneteweyî jî kir û diyar kir ku nêzîkatiyeke ne leşkerî, siyasî pêwîst e ûgot:’’Divê civaka navneteweyî bi awayekî siyasî piştgiriyê bide mafên Kurdên li Sûriyeyê û mafê xweseriya Rojava; divê zextên siyasî, dîplomatîk û heke pêwîst be yên aborî li ser hikûmetên Tirkiyeyê û Sûriyeyê bike. Ez behsa destwerdana leşkerî nakim, lê divê herî kêm rêz nîşanî mafê xweseriya Kurdên li Rojava bigirin."

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.