- Kî naxwaze di nav xwezayê de, di nav kulîlkên rengîn de wextekî xweş derbas bike.
Kî naxwaze di nav xwezayê de, di nav kulîlkên rengîn de wextekî xweş derbas bike. Bimeşe yan jî li bin darekê xwe dirêj bike û bêhna xwe vede. Wêneyên şêwekara Estonyayî Laivi Poder aramiyê bi ruhê mirovî re çêdikin û weke ku mirov li wê xwezayê be didin hîs kirin. Derbên firçeya wê pirr henûn û kubar in, tabloyên xwe jî bi rengên zindî çêdike. Wêneyên wê yên pastoral dewlendiya xwezaya rengo rengo jî nîşan didin.
Xaniyekî piçûk yê dûr, kesên ku bi tena serê xwe derketine gerê, şiverêyeke ku bi kulîlkan xemilandî ye, merivên ku li bin darekê xwarinê dixwin û heywanên li xwezayê… Laivi Poder bi van mijaran re elaqedar dibe.
Wêneyên wê belkî ji rêzê û hêsan bin, lê bandora wan ne wisa ye! Laivi Poder vê hezkirina xwe ya ji xwezayê ji gundê xwe digire, ji ber ku ew li gundekî piçûk yê di nav xwezayê de hatiye dinyayê. Di teswîrên wê de ev yek xuya ye ji xwe bê ka jiyana li gund çiqas lê tesîr kiriye û ev yek çawa bûye îlhama hunerê wê.
ESTONYA