Aqûbeta 12 ciwanên Bradostê

Duşem 18 Nîsan 2022 - 22:15

  •  Parlamenter Şaxewan Reuf Beg dibêje, “Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk xelkê sivîl digire, dikuje û birîndar dike. Em ji bo azadiya her 12 welatiyan di nava liv û tevgerê de ne.”

Ji ajansa nûçeyan Rojnewsê, Herêm Qadir bi parlamenterê Herêma Kurtdistanê, Şaxewan Reuf Beg re derbarê aqûbeta 12 welatiyên ji aliyê leşkerên Tirk ve li Bradostê hatine revandin, peyiviye. Parlamenter Şaxewan Reuf Beg dibêje, “Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk xelkê sivîl digire, dikuje û birîndar dike. Em ji bo azadiya her 12 welatiyan di nava liv û tevgerê de ne.”

Roja 15’ê Nîsanê dema serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokkomarê Tirkiyeyê Tattip Erdogan re di civînê de bû, artêşa Tirk a dagirker 12 welatiyên Herêma Kurdistanê di nav xaka Başûr de girtin  û hejmarek hespên welatiyan jî kuştin. Herwiha di dema girtinê de êşekence li welatiyan kirin.

Kesên hatine girtin, xelkê gundên Dîla, Malmaluk û Mîdan ên ser bi bajarokê Sîdekan ê navçeya Soran a Hewlêrê ne. Aqûbeta 12 welatiyên ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine girtin, nayê zanîn.

Walî newêre bipeyive jî

Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî di 16’ê Nîsanê de derbarê girtina welatiyan de gotibû; “Saziya Peywendiyên Derve ya Hikumeta Herêmê, bi aliyên peywendîdar yên dewleta Tirk re, di nava têkiliyê de ne û derbarê binçavkirina welatiyan de lêkolînê dikin. Ti sedemek nîne ku xelkê sivîl li herêmê bibin qurbanî.”

Parlamenterê li ser Fraksiyona Tevgera Gorranê, Şaxewan Reuf Beg, derbarê aqûbeta 12 welatiyên ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine revandin, ji Rojnews re axivî.

Şaxewan Reuf Beg got, ew weke parlamen ji bo azadiya welatiyan kar dikin û derbarê mijarê de bi aliyên peywendîdar re di nava têkiliyan de ne.

Şaxewan dibêje; “Agahiya Serokatiya Parlamena Herêmê, Desteya Wezîran, Wezareta Karê Hundir, Desteya Asayîşê ji mijarê heye. Ev ne cara yekem e dewleta Tirk xelkê direvîne, şehîd dixe û birîndar dike. Ev 30 sal in binpêkirina ji bo şikandina rûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê, dewam dike. Niha jî pêwîst e Hikûmeta Iraqê û ya Herêmê rê li hatina leşkerên Tirk a ji bo şikandin û binpêkirina serweriya xak û welat bigirin.”

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.