Aqilmendî bêyî helbestê bêhiş e!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 13 Hezîran 2023 - 02:21

Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê bi dirûşma “Aqilmendî, heta beyteke helbestê wê nehewîne, bêhiş dimîne” Komxebata 6`an a Wêjeyî li dika Şehîd Musne Ebdulkerîm a Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê dest pê kir.

Helbestvan ji seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mêvan, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, meclisên sivîl, leşkerî, partî û tevgerên ciwanan tev li komxebatê bûn.

Di komxebatê de, endamê navenda çandê Amir El Inad axivî û bi xêrhatina beşdaran kir.

Bi navê Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê hevseroka komîteyê Nûr El Huda El Qitran, axivî û lidarxistina komxebatê li pêkhateyên herêmê pîroz kir û hêvî kir ku hewldanên vejandina helbesta Erebî bi ser kevin.

Nûr El Hûda got: “Dê komxebat diyarî helbestvanê nemir Ebûd El Cerîn bê kirin ku tev li amadekariyên komxebatên berê bû û şûneke xweşik di rêya helbestvanan de hişt.”

Her wiha diyar kir ku dê komîte, helbestvanan û rexnegiran teşwîq bike ku mîna van komxebatan li dar bixin.

Dûre mertaleke spasiyê pêşkêşî malbata helbestvanê nemir Ebûd El Cerîn hat kirin.

Piştî wê, helbestvan, Seîd El Serac ji Reqayê, Merwan Şêxî ji herêma Cizîrê, Enes El Şihade ji Tebqayê, Ehmed El Yusif ji Minbicê, Şihade Ehmed ji Efrînê, Cuma El Hisên ji Reqayê, Meryem El Remo ji Reqayê, Omer El Mutran ji Reqayê, Cuma El Heyder ji Reqayê, Mistefa El Hac ji Tebqayê helbestên xwe di komxebatê de xwendin.

Komxebat, ji bo xurtkirina tevna civakî di navbera tevahî çandan û pêkhateyan de, pêşxistina wêje û çandî li dar ketiye.

Komxebat dê du rojan bidome.

ANHA/TEBQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.