Serpêhatiya Alexander û Robinson ê sêwirandî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 15 Kanûn 2022 - 05:29

  • Deryavanê Skoçî Alexander Selkirk, bi tena serê xwe ji sala 1704´ê heta 1709´an li giraveke bê kes û kûs a li rojavayê peravên Şîliyê dimîne. Serpêhatiya wî jî îlhamê dide nivîsandina romana Robinson Crusoe û gelek berhemên hunerî yên cûreyê Robinsonade. 

LUQMAN GULDIVÊ

 

Skoçya ji berê ve bi deryavanên xwe û bi serpêhatiyên deryavanên xwe navdar e. Jixwe gelek destan û efsaneyên li ser deryavanan jî nav û nîşana vê heqîqetê ne. Li bajarê Skoçyayê Lower Largo, peykerekî deryavanekî heye. Di destê wî de tivinga wî, cil û bergên lê peritîne, destê xwe daniye ser eniya xwe û li dûr dinihêre. Ev deryavan Alexander Selkirk e [esas bi Skoçî Selcraig e]. Bi qasî ku tê zanîn, serpêhatiya wî îlham daye romana Daniel Defoes a bi navê Robinson Crusoe. 

Alexander Selkirk ji şeş kurên solkerekî Skoçî yê herî piçûk bû, sala 1976´an hatiye dinê. Zêde di nava malê de netebite bûye.  

Sala 1695´an wî dest bi deryavaniyê kiriye û sala 1703´an  jî bûye hosteyê babirkan ê keştiya St. George. Armanca wî jî ew bû xwe ji dadgehên Ingilîz xilas bike, lewma li ser deryayê, biryarên dadgehên Ingilîz ne lê bûn. Ev keştî tevî keştiya Cinque Ports a piçûktir, bi fermana melikê Ingilîstanê diviyabû li peravên Başûrê Emerîkayê keştiyên Fransî û Spanî tacîz bike. 

Berga çapa yekê ya kitêba Robinson Crusoe

Cinque Ports binav bû

Alexander Selkirk şerê kaptanê xwe kir û çû ser keştiya Cinque Portsê. Di Cotmeha 1704´an de Cinque Ports ji bo avê û xwarinê peyda bike çû nav koma giravên ku îro weke Juan-Fernández ên li rojavayê peravên Şîliyê. Li wir ew pê dihise ku mîdyeyên textexur xwe bi keştiyê ve kirine. Ew li giravê dimîne. Keştî piştî çendekê binav dibe û hema hema ti kes jê sax nafilite,

Ji ber ku ava vexwarinê, mîwe, masî û fok têra xwe li giravê hebûn û Alexander Selkirk têra xwe jêhatîbû van bi kar bîne, karîbû çar salan bi tena serê xwe li wê giravê bimîne. Alexander Selkirk, xwedî tivingekê tevî barûd û guleyan, tutin, cilûbergên karibe biguhere, bivir, kêr û beroşekê bû. Ji bo xwendinê jî tenê Incîlek pê re hebû.

Pêşî ji tirsa heywanên li giravê, wî xwe li nêzî peravê bi cih kir, lê paşê çû nava giravê. Ji xwe re du holik ava kirin. Nêçîra heywanên kovî kir û tûreşkên li giravê çinîn. Bizinên li giravê ji bo wî ne tenê ji bo goşt û çerm, lê ji bo şîr jî bi kêr hatin. Cirdên wî bi xwe re biribûn giravê, ew aciz kirin, lê wî karî psîkên berrî yên li giravê kedî bike û xwe ji cirdan xilas bike. Ji ber tenêtiyê nexweşiyên derûnî yên tenêtiyê pê re peyda bûn. Ew, esas ewqasî jêhatîbû ku ji hesinê li dora fiçiyên li peravê mayî, karî kêreke nû jî çêke. 

 

Li ser keştiyê mir

Wî cara pêşî sala 1707´an keştiyek dît. Yên di keştiyê de ew dîtin û dan pey wî. Ev deryavanên Spanî bûn û wî karî ji ber wan bireve. Axir 2´yê Sibata 1709´an keştiya şexsî ya bi navê Duke tevî kaptanê xwe Woodes Rogers û rêberê xwe William Dampier çûn giravê û ew xilas kirin. Rogers, paşê ew kir alîkarê xwe.

Woodes Rogers sala 1712´an kitêba bi navê Cruising Voyage weşand û tê de çîrokeke li ser Alexander Selkirk jî hebû. Jixwe bi vê serpêhatiyê wan nivîsandina çîrokên ku weke “Robinsonade” tên zanîn dest pê kir. Alexander Selkirk 13´ê Kanûna 1721´ê bi îhtîmaleke mezin ji ber nexweşiya zerikê, di keştiya şer a Brîtanî Weymouth de mir. 

 

Navê Robinson Crusoe li giravê kirin

Sala 1966´an navê girava ku Selkirk lê 4 salan bi tena serê xwe ma kirin girava Robinson Crusoe. Li giravê kevalek behsa serpêhatiya Selkirk dike. Di vê navê de girava Isla Más Afuera ya li rojavayê koma giravên Juan-Fernández, îro bi navê “Alejandro Selkirk” fermî tê naskirin.

 

Daniel Defoe û Robinson Crusoe

Karekterê Robinson Crusoe yê romana Daniel Defoe, behsa deryavanekî dike, piştî qezayeke keştiyê ew 28 salan li giravekê bi tena serê xwe dimîne. Kitêb sala 1719´an cara pêşî derçûbû. Ev roman ewqasî serketîbû ku navê romanên bi vê motîva li ser giravekê asêmanê, bû “Robinsonade”. 

Navê orjînal ê çapa yekê yê romanê jixwe bi kurtî behsa meseleya wî dike: “The Life and Strange Surprizing Adventures of Robinson Crusoe of York, Mariner: Who lived Eight and Twenty Years, all alone in an un-inhabited Island on the Coast of America, near the Mouth of the Great River of Oroonoque; Having been cast on Shore by Shipwreck, wherein all the Men perished but himself. With An Account how he was at last as strangely deliver’d by Pirates. Written by Himself. (Jiyan û serpêhatiya ecêb û sosret a Robinson Crusoe yê ji Yorkê, deryavanê ku bîstûheşt salan bi tena serê xwe li giraveke bê kes û kûs a peravên Emerîkayê ma, nêzî devera ku çemê mezin Orinoco diherike nava behrê; piştî qezaya binavbûna keştiyekê pêlan ew avêt peravên giravê, di qezayê de ji wî pê ve her kesê din mir. Tevî xêzkirineke wê yekê ka di dawiyê de çawa korsanan ew rizgar kir. Wî bi xwe nivîsî.)

Kitêb ewqasî serketî bû ku heman salê  3 çapên wê yên din jî hatin kirin. Piştre jî serpêhatiyên dewamê jî hatin nivîsandin û binavekî kurttir jî sala 1720´an bûn markeyek. Yanî di saxiya Alexander Selkirk de serpêhatiya wî bû yek ji romanê herî serketî yên serdema xwe.  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.