Andrea Wolf û 40 saliya AG DOK'ê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 16 Îlon 2020 - 05:00

Heta bi 20´ê Îlonê AG DOK (Komxebata Belgefilman) bi çalakiyan 40 saliya xwe pîroz dike li Elmanyayê. AG DOK li bazara duyem a herî mezin a televizyonê li dinyayê, yanî li Elmanyayê weke lobiya mirov jê ditirsin, lê her weha bi qîmeta wê dizanin tê qebûlkirin. Ev film û çalakî bi navê "Happy birthday, AG DOK" bi rê ve diçin. Film wê li Berlîn û Brandenburgê li gelek sînemayan bên nîşandan. Ev film hemû jî encama xebata 40 salan a AG DOK´ê ne.
Di nava filman de belgefilma Hyto Steyerl a bi navê "November (Cotmeh)" jî heye. Ev belgefilmeke gelekî şexsî ya hunermenda navdar e. Ew tê de behsa hevala xwe ya ciwaniyê Andrea Wolf (Ronahî) dike, ku di nava refên PKK´ê de 23´yê Cotmeha sala 1998´an li Wanê şehîd bû.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.