Amûrên xerabûyî ji nû ve çêdike

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 30 Çile 2024 - 04:25

Gelan bi salane bi rêya çand û huner karîne çanda xwe biparêzin. Bi hezkirin, parastin û xwedî derketina çanda xwe re karîne li ser piyan bimînin. Yek ji wan gelan, gelê Kurd e. Kurd çand, huner û zimanê xwe diparêzin û digîhînin nifşên nû. Bêco Hac Elî piştî 42 saliya xwe ji bo çand û hunerê bikaribe biparêze, amurên muzîkê ku xirap dibin çêdike û ji xwediyê wan re dibe alîkar.

Bêco Hac Elî ku ji Hesekê ye, ev sê sal in fer bûye ku amûrên muzîkê yên xerab dibin, ji nû ve çêbike.

Bêco Hac Elî ku sala 2021’an de dest bi karê çêkirina amûrên xirabûyî yên muzîkê kiriye, got: “Li mala xwe bixwe fêrî amûrên xirabûyî yên muzîkê bûm beyî ku ti kes alîkariya min bike. Nêzî salekî min li mal kar dikir, lê piştre min biryar da ku dikanekî li bajarê Hesekê vebikim. Ji ber sedema kêm hatin û çûyîne min berê xwe da bajarê Qamişlo.”

Ji karê xwe hez dikim

Bêco Hac Elî ku dibêje ‘Karê xwe pir hez dikim’ axaftina xwe wiha domand: “Li Qamişlo, karê min pir baş diqede. Di rojê de hin caran du amûrên xirabûyî yên muzîkê ji nû ve çêdikim. Ji bo min çêkirina wan amûran cihê şanaziyê ye. Ev kar hem ez jê hez dikim hem jî ji bo debara jiyana xwe û malbata xwe dikim. Cureyên amûrên ku ez wan ji nû ve çêdikim tembûr, biziq û temburên elektronîk in. Her wiha amûrên ku ji bo çêkirinê kar tînim jî boyax, pense, vernîk, tayê masiyan e.”

QAMIŞLO/ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.