Amûdê Çarşema Sor pîroz kir

Pêncşem 20 Nîsan 2023 - 03:10

Bi boneya cejna Çarşema Sor, Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê li gundê Dugirê yê Amûdê şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de bi sedan Êzîdî, nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê, endamên saziyên sivîl, tevger, rêxistinên jinan, şandeyên ji pêkhateyên Ereb û Suryan, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb hazir bûn.

Di şahiyê de qewlên Çarşema Sor hatin xwendin û hevserokên Mala Êzîdiyan Silêman Hemo û Leyla Mehno, her wiha hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivîn.

Di şahiyê de Koma Şehîd Êzda stranên xwe pêşkêş kirin, komên Laleş û Şehîd Êzda govend gerandin û Koma Dibistana Şanoyê, şanoya bi navê "Mem û Zîn" û koma Bavê Teyar jî şanoyek pêşkêş kir.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.