Amedî: Dijî tiryakê têkoşîna giştî

Duşem 29 Nîsan 2024 - 00:27

ŞÎLAN ÇÎL-MERYEM DUNDAR / MA / AMED

Midûrtiya Polîsan a Rêzanê ya Amedê Parka Koşuyolu kiriye navenda tiryak û fihûşê. Amedî yên ku ji vê rewşê rehet bûne, dibêjin li dijî vê divê ew werin cem hev û dawî li vê polîtaya gemarî ya dewleta Tirk bînin.

Şerê pirhêlî yê dewleta Tirk a li dijî civaka Kurd ragihandî, bi hemû bêpîvaniya xwe didome. Bi çarçoweya depolîtîzekirin û rizandina civaka Kurd, yek ji amûra ku dewleta Tirk weke amûra şer bi kar tîne, geşkirina bikaranîna madeyên hişbir û fihûşê ye. Dewleta Tirk bi vê çarçoweyê li Amedê Parka Koşûyolûyê kiriye navenda tiryak û fihûşê. Li pêşberî parka Midûrtiya Polîsan a Rêzanê heye. Ango bi kontrola dewletê Parka Koşuyoluyê bûye navendek ji navendên fihûş û tiryakê.

Amediyên ku ji vê rewşê reht in û bêzar bûne dibêjin ew ê nema vê rewşê qebûl bikin û ew ê dijî tiryak û fihûşê têbikoşin.

Li gor rapora 23'yê Îlona 2023'yan a Baroya Amedê, temenê bikaranîna tiryakê daketiya 12 salan. Tê dîtin bi handana dewleta Tirk li park û kuçeyên bajêr bi awayekî eşkere tiryak tê bikaranîn û fuhûş tê kirin.

Parka Koşûyolûyê ku li semta Ofîsê ye û Midûriyeta Polîsan a Rezanê nêzî wê ye, di salên dawî de bûye navenda tiryak û fuhûşê. Welatiyên tên parkê ji ber tiryakê û fuhûşê gelekî tengezar dibin. Parka ku biroj qelebalix e, êvarî hema bêje kes lê namîne. 

Em êvaran nikarin bên parkê

Berîvan Dogûş a Amedî ku ji vê rewşê aciz e, diyar kir ew tenê  bi roj dikarin bên parkê û got: "Ez demeke berê bûm şahidê bazariya fuhûşekê. Ji ber vê ez nayêm vir. Em gava bi hevalên xwe û xizmên xwe re tên vir, em biroj tên. Havînê piştî saetekê em nikarin bên vir. Qaşo midûriyeta polîsan nêzî vir e, qereqol heye lê me bi navê ewlehiyê tiştek nedîtiye. Ez dixwazim tevdîr bên girtin." 

Tiryakê difiroşin zarokan 

Fatma Dogûşê jî bilêv kir ku newêrin zarokên xwe bînin parkê û got: "Em dixwazin zarokên me bilîzin û kêfa wan bê. Lê em dibihîsin ku li vir tiryakê difiroşin zarokan. Em dibihîsin ku destdirêjî jî çêdibe. Em piştî pêncê êvarî nayên vir. Em dixwazin tevdîr bê girtin. Qereqol heye, lê tevdîr nayê girtin. Dibêjin çi tê serê Kurdan bila bê." 

Têkoşînek giştî hewce ye

Emrah Ekîncî jî anî ziman ku çi dikeve ser milê kê divê bike û got: "Di vî warî de çi dikeve ser milê gel û dewletê divê bê kirin. Ev tenê ne meseleyek e ku mirov di warê siyasî de lê mêze bike. Divê em bi vê ferasetê bifikirin û tevbigerin. Çimkî zirara wê ya me hemûyan e. Divê em topyekûn bitêkoşin." 

Em ê tiryakê ji bajêr derxin

Emîn Guçek jî destnîşan kir ya girîng ew e ku hemû dînamîkên bajêr bi hev re li dijî tiryakê rabin û bitêkoşin û Aynûr Gulçekê jî got: "Em newêrin zarokên xwe bişînin derve. Divê her kes warê xwe biparêze. Em fuhûş û tiryakê ji bajarê xwe rêkin. Em diwxazin wekî dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî'yê bijî. Em bi hev re bijîn û vê kirêtiyê ji nava xwe bavêjin." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.