Amed ji hefteya Kurdî re amade ye

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 16 Sibat 2022 - 22:03

  • Bernameya rêzeçalakiyên 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê yên bi pêşengiya MED-DER’ê diyar bû. 

Bernameya rêzeçalakiyên 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê yên bi pêşengiya MED-DER’ê diyar bû. 

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ji 15’ê Sibatê heta 21’ê Sibatê weke Hefteya Zimanê Kurdî îlan kiribû, ji bo pîrozbahiyên 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bernameyeke hevpar amade kir. Bername wê bi pêşengiya MED-DER’ê ji aliyê Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstituya Kurdî ya Amedê û Tora Ziman ve bên lidarxistin. Bername 17’ê Sibatê yanî îro dest pê dike û heta 23’ê Sibatê dewam dike. 

Bernameya hefteya zimanê Kurdî 

- 17’ê Sibatê, saet 15:30’î, li ber deriyê “Hala Nûh“, li bazara Pêncşemê ya jinên kedkar etîketên sebze û fêkiyan, berdilkên bazarê yên bi Kurdî li nava bazarê wê bên belavkirin.

- 18’ê Sibatê, saet 15:30’î li ber “Petrola Polat” (Polat Petrol) li nava bazara înê heman çalakî wê bê kirin.

- 19’ê Sibatê, bi hevkariya Med-Der û Komeleya Wêjekarên Kurd, li Hola Dawetê ya “Demirok” ya li kolana Stasyonê, bi beşdariya tevahiya sazîyên sivîl, pêkhateyên bajêr û gelê Amedê şahî tê lidarxistin.

- 20’ê Sibatê, saet 13:00’an li “Meydana Şêx Seîd” (Deriyê Çiyê) bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Tora Ziman, bi beşdariya pêkhateyên bajêr daxuyaniya 21’ê Sibatê tê dayîn.

- 20’ê Sibatê, saet 15:00’an bi pêşengiya Egîtîm Senê Panela Ziman tê lidarxistin.

- 21’ê Sibatê, bernameya hevpar a “Tora Ziman û Platforma Ziman” bi beşdariya pêkhateyên bajêr li “Demir Otel” tê lidarxistin.

- 21’ê Sibatê, saet 17:30’î bi pêşengiya Baroya Amedê, li Hola Konferansê ya Tahîr Elçî panela ziman tê lidarxistin.

- 22’yê Sibatê, li Komeleya Wêjekarên Kurd şahiya ziman tê lidarxistin.

- 23’ê Sibatê, saet 18:30’î bi pêşengiya Egîtîm Senê li Şanoya Bajêr a Amedê, bernameya Stand up, çîrok û muzîkê tê pêşkêşkirin.”

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.