Mihrîcana Şanoya Bajêr a Amedê ya 8'an, îro (20’ê Cotmehê) saet heft û nîvê êvarî bi dirûşma "Va Cûdî û va ye ev ax!" li avahiya Şanoya Bajêr a Amedê ya semta Dîclekentê ya navçeya Peyasê ya Amedê, dest pê dike û di 30'yê Cotmehê de bi dawî dibe. 

Ji Ewrûpa, Tirkiye, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê gelek komên şanoyê tev li mihrîcanê dibin. Mihrîcan dê bi lîstika “Haylo Dîsa Tevlihev Bû” bi dawî bibe û bi tevahî dê 18 lîstik derkevin ser dika şanoyê.

 

Mihrîcanek navneteweyî ye

Lîstikvana Şanoya Bajêr a Amedê, Elvan Koçer, têkildarî mihrîcanê got, “Mihrîcan dê di navbera 20 û 30’yê Cotmehê de, bi giştî 10 rojan bidome. Projeyeke hevpar pêk tê û mihrîcaneke navteweyî ye. Ji Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, ji Ewrûpa û Tirkiyeyê gelek kom tên. Bi giştî 18 lîstik dê werin lîstin. 13 lîstik bi Kurmancî, 5 lîstik jî bi Tirkî dê werin pêşkêşkirin. 2 semîner jî dê werin lidarxistin. Yek ji aliyê Sureyya Karacabey û yek jî ji aliyê Qutbedîn Sadiqî ve dê were lidarxistin. Her wiha Berfîn Zenderlîoglu jî dê 2 rojan li ser derhêneriyê kargehekê li dar bixe."

Elvan Koçer di dawiyê de bang li şanohezan kir: "Bi rastî temaşevanên me yên Amedê gelekî xurt in. Di ti lîstikê de me bi tenê nahêlin. Heta niha mihrîcanên me hemû jî bi kêfxweşî derbas bûne. Dîsa em dubare dikin û dibêjin, bila temaşevan me bi tenê nehêlin.”

MA/AMED