Ambargoya li dijî Rûsyayê dişidînin
Sêşem 28 Hezîran 2022 - 21:21
- Li Qesra Elmau ya Bavreya Elmanyayê, civîna G7´ê bi rê ve çû.
Li Qesra Elmau ya Bavreya Elmanyayê, civîna G7´ê bi rê ve çû. Hêzên herî mezin ên aborî yên dinyayê li hev kir ku li rê û rêbazan bigere da ku cezayan li ser veguheztina petrola Rûs ferz bike, heger ev petrol di ser buhayekî zêde re bê firotin. Di daxuyaniya li ser navê serokdewletên DYE,
Elmanya, Japonya, Fransa, Kanada, Ingilîstan û Îtalyayê de hat gotin, “Em bang li welatên ku weke me difikirin dikin, da ku di van tedbîrên me de bi me re bin.”
Xebero di civîna bilind a G7´ê de mijarên sereke şerê li Ukrayna, kêmbûna zad û xurekê, û înflasyona enerjiyê bûne.
MUNCHEN