Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo mexdûrên erdhejê yên bakurê Sûriyeyê alîkarî şand, lê çeteyên dagirker derbasbûna alîkariyê asteng kir. Gava nûçeya me dihat amadekirin, hîna çeteyan destûra derbaskirina alîkariyê nedabû.
Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endamê şaneya krîzê Ciwan Mele Îbrahîm, ragihand ku Rêveberiya Xweser kamyonek alîkariya mirovî amade kiriye û niha li deriyê Um Cilûd ê Minbicê yê li hember herêma Cerablusê li benda erêkirina derbasbûnê ye.
Li Sûriyê bandora erdhejê giran e
Li Suriyeyê zêdetirî 7 hezar mirî û birîndar hene ji ber erdhejê.
Li tevahiya Suriyeyê hejmara qurbaniyên erdhejan bû 2 hezar û 288, hejmara birîndaran jî bû 4 hezar û 742.
Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Şamê Hesen Mihemed El Xebaş ragihand ku ji ber erdhejê hezar û 262 kes mirine û 2 hezar û 285 kes birîndar bûne.
Hêjayî gotinê ye reqemên Wezareta Tenduristiyê tenê yên derbarê herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de ne.
Li herêmên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê (Rêveberiya Xweser) hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane neguheriye. Heta niha 6 kesan jiyana xwe ji dest daye, 57 kes jî birîndar bûne. Ekîbên tenduristiyê yên Rêveberiya Xweser tedbîrên pêwîst digirin.
Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, hejmara qurbanî û birîndaran zêde bû. Li gorî agahiyan li van herêman, heta niha hezar û 20 kes mirine, 2 hezar û 400 kes jî birîndar bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN