Alîkariya dewletê derew e

Duşem 27 Sibat 2023 - 00:53

Sozên alîkariyê yên ku dewleta Tirk da mexdûrên erdhejê, hemû bûn derew. Mexdûr ji bo alîkariyê miracaetî saziyên dewletê dikin, lê belê destvala vedigerin.

Ji bo mexdûrên erdhejê, piştgiriya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêxistinên civakî yên sivîl û dilxwazan dewam dike.

Mexdûrên erdhejê bi alîkariya gelê Kurd û alîkariya ji derveyî welat, hewl didin birînên xwe bipêçin. Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan sixêf li mexdûrên erdhejê kirin, gef li wan xwarin. Erdogan gef li van mirovan xwarin ên ku dewlet û AKP rexne dikirin, niha rabûye û careke din dest bi derewan kiriye.

Eşkere bû ku îdîaya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li ser alîkariya bi mexdûrên erdhejê re bi temamî derew e. Tevî ku 20 roj di ser erdhejê re derbas bûne, bi milyonan mirovên erdhejê zerar li wan kiriye, bi tenê hatine hiştin.

Xelk destvala vedigere

Piştî erdhejê bi hezaran kesî xwe li Wan û Colemêrgê girt. Mexdûrên erdhejê li van bajaran li gel xizmên xwe bi cih bûn. Gelek xêrxwazan malên xwe dan mexdûrên erdhejê. Malbateke mexdûrê erdhejê ku di roja pêncemîn a erdhejê de ji Meletî hat Wanê, li gel xizmên xwe bi cih bû. Piştî ragihandina alîkariyê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo mexdûrên erdhejê, gelek kesan miracaetî saziyên dewletê yên li Wanê kir, lê belê wan encamek bi dest nexist.

Ti saziya dewletê alîkarî neda

Mexdûrekî erdhejê ku nexwest navê xwe eşkere bike, têkildarî mijara alîkariyê got, "Li Meletî 5 rojan dewletê ti alîkarî bi me re nekir. 5 rojan em tî û birçî li derve, li nava sermayê man. Piştre neçar man ku ji Meletî biçin. Ez tevî zarok, dayika hevsera min û bavê wê, li Wanê li gel xizmên xwe dimînin. Piştî ku hate ragihandin wê alîkarî bi mexdûrên erdhejê re bê kirin, ji bo wergirtina alîkariyê ez jî çûm Walîtiya Wanê. Ti saziyê alîkarî nekir. Herî dawî berê min dan Weqfa Alîkariyê ya Civakî. Li wir jî min got, mexdûrê erdhejê me, lê ti kes bi min re elaqedar nebû. 


Sozên dewletê hemû derew in

Min ji wan re qala alîkariya ji mexdûrên erdhejê re kir, lê belê kesên li wir dixebitîn, gotin, 'Di vê mijarê de ti ferman ji me re nehatiye. Divê hûn îsbat bikin ku hûn mexdûrê erdhejê ne. Lewma divê tîmek bê û mala hûn lê dimînin bibîne. Lewma em vê gavê nikarin alîkariyê bi we re bikin'. Bi vî rengî ez şandim. 15 roj in li Wanê me, min ti alîkarî ji dewletê nedîtiye. Sozên alîkariyê yên dewletê hemû derew in. Me heta niha alîkarî ji dewletê nedît. Malbat û xizmên me xwedî li me derketin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.