Alîkariya ciwanên Kurd

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 27 Kanûn 2020 - 23:59

Ciwanên Kurd alîkarî dan 250 malbatên li Herfordê.

MURAT MANG
HERFORD

Li bajarê Elmanyayê Herfordê, di hilbijartinên cihî yên 13´ê Îlona 2020’an de ciwanên Kurd ji lîsteya "Kurdisches Bündnis für integration und kulturelle Vielfalt für ein gemeinsames Herford (Hevgirtina Kurd ji bo Herfordeke hevpar)" hatibûn hilbijartin. Van ciwanan paketên alîkariyê ji bo cejna noelê (Weihnachtstüten) amade kirin û li kesên hewce belav kirin. Wan 250 paket û 3300,- euro alîkariya pere gihand kesên hewce.

Ji van ciwanên xwediyê vê înîsiyatîfê Erdal Ekinci dibêje wan karî 250 paketên alîkariyê û 3.300 euro pere weke alîkarî berhev kirin: "Me kampanya li ser înternetê ragihand û wê 5 hefteyan dewam kir. Me li gorî miracaetan paketên alîkariyê gihandin malên kesên hewce. Di paketan de malzemeyên sere yên xwarinê hebûn. Şaredariya Herfordê 2000 euro û DeutscheBankê jî 1300 euro alîkarî dan."
 
Piştgiryiya insanî divê hebe

Erdal Ekinci, got, "Li Herfordê bêhtirî 100 miletî hene, di nava wan de serjimara Kurdan qederê 5 hezaran e. Li vir jî xizanî heye. Ev demeke dirêj e ku ez difikirîm, divê li Herford û hawîrdora wê alîkariya insanî hebe. Me alîkarî organîze kirin û gihandin kesên hewce." 
 
Kurd amade ne piştgiriyê bikin

Ji ciwanan Nazim Acar jî got, li welatekî wekî Elmanyayê jî insan hewceyê paketên alîkariyê ne û wiha peyivî: „Me xwe gihand malbatên hewce. Min nedizanî li Elmanyayê jî xelk hewceyî paketên alîkariyê ne. Me xwest nîşan bidin, em amade ne piştgiriyê bikin. Kêfa malbatan gava alîkarî werdigirtin gelekî dihat. Heta malbatekê got, ev alîkarî nebûya me yê di eydê de çi bixwara. Em xemgîn bûn."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.